'Nobeda Edaletê' li Wanê di roja 66'an de ye 2022-02-14 15:24:30   WAN - Hevşaredarê Qelqeliyê yê ku li Şûna wî qeyûm hat tayînkirin Yakup Almaç, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş, diyar kir ku li girtîgehan pêkanînên îdamê di dewrê de ne û got, "Girtiyên nexweş dişînin mirinê."   "Nobeda Edaletê" ya ku xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin li Baroya Wanê dan destpêkirin diroja 68'an de berdewam dike. Nobeda îro ji aliyê hevjîna Îbrahîm Alkan ê 68 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê girtin Dilşah Alkan û bavê Botan Tîmur ê 25 salî Kazim Tîmûr ve hat berdewamkirin. Îro rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Qilebana Wanê û Hevşaredarê navçeyê Yakup Almaç ê ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin serdana çalakiyê kirin.   'Li girtîgeha tundiyeke dijqanûnî heye'   Hevşaredar Yakup Almaç ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirin got, "Dixwazin kuran bi girtîgehan bitirsînin. Di 12'ê îlona 2080'yî de hevalên me bi berxwedaneke bê hempa li girtîgeha Amedê zîhniyeta serdestan vala derxistin û bi wan gav paşve dan avêtin.  Lê kurdan tucarî paşve gav navêt û berxwedana xwe didomînin.  Ligirtîgehan binpêkirinên mafan ên dijqanûnî hene. Hemû rêbaz tên ceribandin."   'Girtiyan dişînin mirinê'   Yakup bal kişand ser rewşa gitiyan jî û wiha axaftina xwe bi dawî kir, "Li girtîgehan dewlet rêbazên îdamê bi kar tîne. Binpêkirinên mafan ên bê sînor hene û gitiyên nexweş dişînin mirinê. Em li gel têkoşîna malbatan e."