Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 343'yan de didome 2022-02-14 13:55:00   RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dest pê kiribûn di roja 343'yan de didome. KKP û HDP çû serdana malbatê.   Li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kirin. Di encama êrişan de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar jiyana xwe ji dest dan û lawê wê Ferît jî bi birîndarî xelas bû. Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a di 9'ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest pê kiribûn di roja 343'yan de didome.    Emîne û Ferît îro li baxçeyê edliyeyê nobet girtin. Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Sinan Çiftyurek, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nusrettin Maçin û rêveberên HDP'ê çûn serdana çalakiya nobetê.    'Deng bidin malbatê'   Sinan Çiftyurek ê ku di dema serdanê de axivî wiha got:"Dayikek, malbatek bi mehan e nobeda edaletê digirin. Em wan silav dikin. Serhildana wan serhildana gelê me ye. Em piştigiriyê didin nobeda malbatê ya ku ew ê 20 rojên din sala wê biqede. Em kesên li dijî vê komkujiyê çavên xwe digirin û xwe ker dikin şermezar dikin. Qêrîna dayika Emineyê ev saleke bêyî li zivistanê li berfê guhdar bike dewam kir. Dengê dayika Emîneyê li hemû cîhanê belav bû. Lê negihaşt edliyeya Rihayê. Em bang li rayedarên edliyeyê dikin; Deng bidin malbata Şenyaşar. Ev êşa hemû gelê me ye. Em bang li herkesî dikin; Deng bidin Emîneyê. Em bang li hukumetê dikin; Deng bidin malbatên li Wan, Amed, Rihayê edaletê dixwazin. We digot 'Em ferqiyê naxin navbera hêsirên dayikan' lê belê hûn ferqiyê dixên."   Piştre Ferît derbarê pêvajoyê de agahî da heyetê. Kesên çûn serdana çalakiya nobedê hinekî nobet girtin û ji edliyeyê veqetiyan.