Li 7 bajaran gelek kes hatin binçavkirin 2022-02-14 13:05:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Beriya salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Amed, Şirnex, Sêrt, Wan, Agirî, Mêrsîn û Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin.   Beriya salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, polîsan li gelek bajaran bi ser sazî û malên kurdan de girtin û gelek kes binçav kirin. Operasyonên binçavkirinê li Amed, Wan, Agirî, Sêrt, Şirnex, Mêrsîn û Edeneyê pêk hat.   Amed   Li Amedê di çarçoveya operasyonan de 17 kes bi hinceta "Propagandaya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin. Her wiha hinceta yên din nehat zanîn. Bi tevahî 27 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.    Şirnex   Polîsan li navend û navçeyên Şirnexê di serdegirtina malan de gelek kes binçavkirin. Nûçegihana MA'yê Zeynep Durgut jî di nav de Ridvan Ozmen, Dogan Şavlûk, Nesîm Sayin, Selahattîn Ormanli û Ziya Dûrmûş hatin binçavkirin.    Sêrt   Polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya Komeleya Alikariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛAY-DER) a Sêrtê de girtin. Polîsan di serdegirtinan de Hevseroka TÛAY-DER’a Sêrtê Mûhsîne Ozhan, rêveberê komeleyê Necmeddîn Yûr, rêveberê komeleyê yê berê Resûl Arslan, ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Maşallah Arslan, Taybet Tekîn, Hediye Sûçîn, Vetha Kaçar, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Navendî ya berê Emîne Aşkara binçav kirin. Polîsan di serdegirtina malê ya navçeya Dihê ya Sêrtê de jî Kanîte Dayanan a nexweşiyên dil û gurçikan pê re hene binçav kirin.    Wan    Li Wanê serê sibê bi serdegirtina malan de 4 endamên Meclîsa Cîvanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Wanê hatin binçavkirin, pişret hejmara binçavkirinan derket 24'an. Kesên ku hatin binçavkirin birîn Midûreyeta Emniyetê ya Wanê.    Agirî    Giyadina Agiriyê jî serê sibe polîs û cenderme bi ser gelek malan de girt û di encamê de 6 kes hatin binçavkirin. Ji gundê Tapêxerçê Alî Yaşar, ji gundê Hecî Xalitê Îbrahîm Turan û Nurî Sari, ji gundê Darikê Îsmaîl Mert û Yildirim û ji gundê Koçoyê jî Cengîz Vertan hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn û kesên ku hatin binçavkirin birin Cendermeya Giyadinê.    Edene   Li Edeneyê polîsan bi serdegirtina hem wext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de polîsan deriyên hin malan şikandin û tiştên wan belav kirin. Gelek kesên ku sedemê binçavkirina wan nehat zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Edeneyê.    Mêrsîn    Li Mêrsînê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê bi îdiaya “amadekariyên çalakiyê dikin” daye destpêkirin de derbarê 52 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Ji 12’ê Sibatê û vir ve di serdegirtinên malan de 43 kes hatin binçavkirin.