Baroya Amedê li dijî bihakirina ceyranê doz vekir 2022-02-14 11:18:16     AMED - Baroya Amedê ji bo buhabûna ceyranê were betalkirin li EPDK'ê doz vekir.    Piştî baroyên Şirnexê û Manîsayê, Baroya Amedê jî ji bo betalkirina bihakirina ceyranê di milê hiqûqî de ket nava tevgerê. Baroya Amedê ji bo zemên ceyranê were betalkirin û biryara birêvebirinê were sekinandin serî li Saziya Vesazkirina Piyaseya Enerjiyê (EPDK) da û doz vekir. Serlêdan ji bo ku pêşkêşî Serokatiya Şûreya Dewletê were kirin, radestî Buroya Hiqûqa Îdereyê ya Nobedar a Amedê hat kirin. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku hesabên kîlowatê ku ji aliyê EPDK'ê ve hatiye kirin ne li gorî zanistê ye.