ROJEVA 14'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-14 09:00:00     *Bi koda ABC123 şahidê nû li dosya Kobanê hat zêdekirin û şahid got ji 104 kesên ji dosyayê tên darizandin 41 kesî qet nas nake û hinekan jî li ser gotinan nas dike. Her wiha îdia kir ku ji 108 kesî 10 ket têkiliya wan bi bûyerên Kobanê heye.   *Îstînafê 11 sal û mehek cezayê li Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokmen hatibû birîn daxist 7 sal û nivan. Dadgehê di biryara xwe de cih da van îfadeyan “Li gorî giraniya faliyeta hatiye kirin divê li gorî hakaniyetê ceza bihata birîn,  lê di dereceya teşdîdê de zêde cezaya hatiye birîn.”   *Parêzer Ayşe Batumlu pêvajoya ku parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kiriye, komploya 15’ê Sibatê nirxand û got Abdullah Ocalan, astengiya herî mezin a li pêş Projeya Rojhilata Navîn tê dîtin, ji ber vê dîl hatiye girtin. Ayşeyê daxuyakirin ku serokê PKK’ê aktorê sereke yê aştiyê ye. DÎMEN HEYE   *Çîgdem Gabar, hevaltiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li akademiyê ders dida, wiha vegot: “Tişta herî nirx didayê hevaltî bû. Zarokatiya dilê xwe her tim da jiyîn. Bi çavên paqij û zelal ên zarokekî mêze kir.  Ji ber vê jî çavên Zana her tim wek cewherekî madenê dibiriqî.”   *Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, Rihan Loqo komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê wiha nirxand: "Komployek mezin li dijî Rêber Apo pêk hat, lê tu hêz nikare gel û Rêber Apo ji hev qut bike." DÎMEN HEYE