Hunermendan serdana 'Nobeda Edaletê' kir 2022-02-13 16:48:23     WAN - 'Nobeda Edaletê' ya malbatên girtiyan di roja 65'emîn de berdewam dike.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û yên ku Înfaza wan hatiye şewitandin li Baroya Wanê di roja 65'emîn de berdewam dike îro Rêvberên Koleleya Çand û Hunerê ya Aryen serdana nobedê kirin.    Di çalakiya îro berdewam kir de Kazim Tîmûr ê bavê girtiyê nexweş Botan Tîmur e bal kişdna ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got, “Em dibêjin edalet, dewlet û rayedarên îktidarê jî dibêjin, ‘mirin’. Heke edalet hebûya wê girtiyên nexweş bihatana berdan. Bi kuştin û mirinan bersiva daxwaza me ya edaletê didin. Em bang li Wezîrê Edaletê dikin, bila tavilê girtiyên nexweş werin berdan. Divê her kes piştevaniya me bike. Heke em dengek bilind derxin, ew ê paş ve gav biavêjin.”