Roja 90’î ya nobeda edaletê: Zindana Diyarbekir em ê bişkînin 2022-02-13 16:35:07     AMED - Çalekvanên Nobeda Edaletê di roja xwe ya 90’î de bi coş û vîna xwe careke din gotin heta daxwazên me werin cîh em ê li herderê di çalekiyê de bin. Dayikan bi berzkirina strana “Zindana Diyarbekir Em ê Bişkînin” re îro çalekiya xwe dan destpêkirin.   Nobeda edaletê ya malbatên girtiyên nexweş, girtiyên infaza wan hatine şewitandin û nayên berdan di roja xwe ya 90’î de berdewam kir. Malbatên her roj li Baroya Amedê dicivin îro jî bi berzkirina stranan re vîna xwe û israra xwe ya di berxwedana xwe de nîşan dan. Dayikan bi strana “Zindana Diyarbekir Em ê Bişkînin” re dest bi nobetê kirin.   ‘Gazinên me ji partiyên siyasî hene’   Di nobedê de xizmê girtiyê nexweş Herdem Merwanî axivî û bi kurtasî wiha got got: “Ev 3 mehin em di çalekiya Nobeda Edaletê de ne. Tê zanîn di demên dawî de mixabin girrtiyên nexweş bi mirin û pirsgirêkên dijîn re ketin rojevê. Cardin mixabin ku rûxmê nerazîbûn çalekiyên me jî çareseriyek nehatiye pêşkêşkirin. Hîna ev pirsgirêkên binpêkirinênmafan, îşkence di rojevê de ne. Ev pirsgirêkek ehlaqî û civakî ye. Ji ber wê yekê ji divê herkes xwedî li nobedê derbikeve. Kes tişta dikeve li ser milên wan nakin bi taybetî jî em ji partiyên siyasî gazin in.”