Ciwanên Kobanê li dijî Komployê meşiyan 2022-02-13 13:45:36     KOBANÊ - Bi buneya " Em azadiya Rêber Apo dixwezin",Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê a Herêma Firatê meşeke girseyî pêk anî.   Bi sedan ciwannên Kobanê û yên ji navçe û gundên wê , ji bo şermezarkirina 15’Sibatê meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan, pankata bi nvîsa “Bi şerê gelê şoreşgerî  em komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo têkbibin û azadiya Rêber Apo misoger bikin ”,alên Yekîtiya Jinên Ciwan,Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hilgirtin. Hemû sazî û dezgehên Rêvebriya xweser beşdarî meşê bûn. Meş dê sê rojan berdewam bike. Meşa ku  îro ji Gundê  Gundî Rovî yê li Başurê Kantona Kobanê  dest pê kir, ber bi Gundê  Til Xezal dê berdewam bike. Di roja duyem de ji Til Xezal ber bi navçeya Şîranê dê bidome û di roja sêyemîn de ji Şêranê ber bi Kantona Kobanê dê rawest e. Berî ku meş dest pê bike, li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê daxuyaniyek ji aliyê Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger  Mihemed Mehmod ve hate dayîn.   Daxuyanî wih ye:    "Bi Komploya ku di 15’Sibatê li dijî Rêber Abdullah Ocelan pêkhat, Rêber Apo radestî dewleta tirk kirin û kirin zîndanê. Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê em meşa ku dê sê rojan berdewam bike li dar dixin. Em ê hertim di nava çalakiyan de bin ji bo azadiya Rêber Apo teqez bikin. Her kesî cihê xwe di Komploya li dijî Rêber Apo de girt. Di serî de deweta tirk, Rûsiya û Emerîka, Em wan dewletan şermezar dikin. Em ê ji bo Rêberê xwe hertim li ser piyan bin û tu carî çalakiyên xwe ranawestînin."   Piştî daxûyaniyê ciwan bi dirûşmên “Bijî serok Apo”û “Bê serok jiyan nabe” meşiyan.