Li Mîlanoyê bi hezaran kes li dijî komployê meşiyan 2022-02-13 11:04:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mîlanoyê bi hezaran kes li dijî Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê  PKK'ê  Abdullah Ocalan meşiyan.   Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê meşek hate lidarxistin û bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên Îtalyayî tevlî  bûn. Bi banga Komîteya Kurdistanê nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl tevî bi hezaran Kurdistanî û Îtalyayî beşdarî meşê bûn.   Di meşê de ku nûnerên saziyên Mîlano Soûdane, Berdevkiya Saziya Civakî ya Mîlano, Nî ûna Menos Mîlano, Rîfondazîone Comûnîsta Sînînsta Îtalîana, Lambeetta, Cantîere, fff, cub lê amade bûn, axaftin hatin kirin. axaftvanan komplo şermezar kirin, xwestin ku tecrîda li ser Rêberê  PKK'ê  Abdullah Ocalan bê rakirin û azad bibe.   Di meşê de wêneyê mezin ê Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin hildan.   Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.