TJA: Em hebûna zimanê xwe diparêzin 2022-02-12 17:06:49   AMED - TJA'yê têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê, bi dirûşma "Dem Dema Azadiya Ziman e" dîmenek parve kir.   Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bi dirûşma "Dem Dema Azadiya Ziman e" dîmenê amade kiriye parve kir. Di dîmenê hatiye parvekirin de jinan dirûşmên weke "Em bi Zimanê Xwe Biaxivin", "Zimanê Me Hebûna Me Ye", "21’ê Sibatê li Hemû Gelên Cîhanê Pîroz Be" û "Em Dev Ji zimanê Xwe Bernadin" bi zaraveyên kurmancî û kirmanckî hatin berzkirin.   'Em hebûna zimanê xwe diparêzin'    TJA’yê di heman demê de têkildarî roja ziman û dîmenê parve kiriye ev tişt got: "Zimanê me çavkaniya hebûna jiyan û nasnameya me ye. Ji ber vê yekê em jin, li dijî hişmendiya înkar, îmha, zayendperest û li dijî dijminatiya li hemberî zimanê kurdî têdikoşin. Em hebûna zimanê xwe diparêzin."