'Yê ev rih da gel Birêz Ocalan e' 2022-02-12 17:01:29   RIHA - Bi munasebeta 15'ê Sibatê roja komploya navneteweyî rêxistina Pirsûsê civîna gel li dar xist. Di civînê de hat ragihandin li Îmraliyê hiqûq nemqaye û wiha hat gotin:"Bi tevgera azadiyê kurdan dîsa fam kirin ku ew hene. Yê ev rih da gel Birêz Ocalan e."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê bi munasebata komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê civîna gel pêk hat. Biraziyê Abdullah Ocalan Ali Ocalan, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamê Meclîsa Partiya HDP'ê Metin Ozbadem û însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Rihayê, rêxistinên HDP'ê yên navçe û bajaran û gelek kes beşdarî civîna li avahiya HDP'ê hat lidarxistin bûn.    'Me bawerî bi wê felsefeyê anî'   Civîn bi bibîranîn û rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Ziya Çalişkan got:"Ez Birêz Ocalan bi rêzdarî silav dikim. Kesên tecrîdê pêk tînin niha tecrîdê dijîn. Fikir û felsefeya Birêz Ocalan îro bi rih dibe. Birêz Ocalan bi fîzîkî ne li gel me be jî bi fikrê xwe li gel me ye. Me ji wê felsefeyê bawer kir û em ê bi hev re tecrîdê têk bibin."   Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Çigdem Karakeçili jî da zanîn qeyrana aboriyê ya li Tirkiyeyê kûr bûye bi tecrîda li Îmraliyê girêdayî ye û got rakirina tecrîdê dê bibe çareseriya qeyrana li Rojhilata Navîn.   Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Metîn Ozbadem, diyar kir ku li Îmraliyê hiqûq nayê pratîzekirin û got: "Malbat û parêzer nikarin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Mijara me ya sereke tecrîd e. Divê em di her bernayên xwe de tecrîdê bikin mijara sereke."   Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî komploya navneteweyî şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Bi sed sal in hebûna kurdan tê înkarkirin. Bi Tevgera Azadiyê re kurd carek din hebûna xwe bi şênberî derxist holê. Ev tişt bi saya Birêz Ocalan pêk hat. Navê jinê heye lê tune hatiye hesibandin. Bi felsefeya Birêz Ocalan jin carek din hatin dinê. Tu carî hebûna jin û kurdan nehat qebûlkirin. Bi Komployeke Navneteweyî Birêz Ocalan hat dîl girtin. Lê belê dema hewce bike berê xwe didin Îmraliyê. Niha dîsa li ser navê Birêz Ocalan diaxifin. Heke samîmîbin bila deriyê Îmraliyê vekin. Parêzer û malbat bila biçin hevdîtinê. Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Birêz Ocalan e. Li dijî tecrîdê û azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan tê têkoşîna me bidome.    Civîn bi nirxandinan bi dawî bû.