Li Îzmîrê çalakiya 'Nobeta Edaletê' ya malbatên girtiyan hat destpêkirin 2022-02-12 16:24:12   ÎZMÎR - Piştî li Amed û Wanê li Îzmîrê jî malbatên girtiyan li dijî binpêkirina mafên girtiyan û ji bo serbestberdana girtiyên nexweş li ber Baroya Îzmîrê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kirin. Malbatên girtiyan banga piştevaniyê li dayikan kir.    Li dijî binpêkirina mafên girtiyan û betalkirina înfazan û ji bo tedawîkirina girtiyên nexweş li Amed û Wanê malbatên girtiyan dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kiribûn. Îro jî li Îzmîrê ji hêla malbatên girtiyan ve li ber Baroya Îzmîrê "Nobeta Edaletê" hat destpêkirin. Ji malbatên girtiyan Hanim Sever, Medîne Kaymaz û Fatma Surme di çalakiyê de cih girtin.     'Em ê bi zarokên xwe re bin'   Kurê Hanim Sever, Medet Sever li Girtîgeha Bandirma ya Balikkesirê girtî ye û nexweşiya kronîk a pişikê pê re heye.  Hanim ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyan tevlî çalakiyê bû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bila li girtîgehan êdî cenaze dernekevin. Em ê heta dawiya emrê xwe bi zarokên xwe re bin. Li girtîgehan îşkence li zarokên me dikin. Lê divê bê zanîn ku heta ku ji destê me bê em ê li ber xwe bidin. Em nikarin hevdîtinê bikin, hevdîtina bi telefonê kirin 10 deqîqe."   'Gelo piştî 30 sal şûnde dê poşman bibin?'    Kurê Medîne Kaymaz Bayram Kaymaz jî girtiyê û nexweş e. Medîne jî wiha bal kişand ser çalakiyê: "Li girtîgehê poşmanî li girtiyan tê ferzkirin. Çend cezayên wan xilas bibin jî nayên berdan. Gelek kes 30 sal in girtî ne. Gelo dê piştî 30 sal şûndê dê poşman bibin? Li girtîgehan her tim zext û zordarî heye. Em tenê aştiyê dixwazin û dixwazin zilm bi dawî bibe. Em ji bo zarokên xwe li vir in."   'Divê tecrîd bê bidawîkirin'   Du kurên Fatma Surme girtî ne û yek li Girtîgeha Tekirdagê yê din jî li Kiriklarê girtiye. Fatma, destnîşan kir ku li girtîgehan tecrîd heye û wiha bi lêv kir: "Em daxwaz dikin ku tecrîd bê bidawîkirin. Li girtîgehan lêgerîna bi tazî tê ferzkirin. Raya giştî li hemberî pêkutiyên li girtîgehan bêdeng e. Heke em bi hev re têbikoşîn dê ev şer dê bi dawî bibe. Çima bombe li gund û malên welatiyan dibarînin? Çima welatî tên qetilkirin? Çima girtiyên nexweş nayên dermankirin? Di nav 4 dîwaran de zarokên zilmê dijîn. Bila tecrîd bê bi dawîkirin û bila êşa dilê dayikan bê sekinandin. Divê dayikên girtiyan jî piştevaniya çalakiya 'Nobeta Edaletê' bikin."