Nobeta Edaletê di roja 89'an de ye: Em ji bo Edaletê li her deverê ne 2022-02-12 15:12:33   AMED - KESK’ê di roja 89’emîn a Nobeta Edaletê de serdana nobetê kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. Hevseroka Şaxa Yekem a Egîtîm- Sen'ê Emîne Akşahîn di axaftina xwe de got ev nobet ji bo me hemûyan e û em her yek li qadên xwe têkoşîna edaletê didin.    Ji bo ku girtiyên cezayê wan xelas bûyî û girtiyên nexweş bên berdan, malbatan li Baroya Amedê çalakiya Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Çalakî di roja xwe ya 89’emîn de berdewam kir. Îro jî endamên  KESK’ê çûn serdana malbatan.   'Şer wê zirarê bide herdu aliyan'   Hevseroka Şaxa Yekem a Egîtîm-Sen'ê Emîne Akşahîn di serdanê de hestên xwe û piştgiriya xwe bi van gotinan anî ziman: "Li her deverê lêgerînên edaletê didomin. Li Wanê car din malbatên me yên girtiyan, li Rihayê malbata Şenyaşar, li Dersimê Gulîstan Doku û li her deverê Dayikên Şemiyê di Nobetên Edaletê de ne. Têkoşîn û berxwedana me ne ji hev qut berdewam dikin. Ev têkoşîn têkoşîna me hemûyan e. Em jî li qadên xwe vê têkoşînê didin dewamkirin. Jixwe em bawer in, wê bi têkoşîna hevpar serkeftin were bidestxistin.” Berdevkê demê yê Platforma KESK’ê ya Şaxên Amedê Siraç Çelîk jî di serdanê de diyar kir ku heya li Tirkiyeyê şer dewam bike wê herdu alî jî zirarên mezin bibînin û got: “Aştî û edalet pêwîstiya me hemûyan e û hûn îro ji bo vê li vir amade ne. Ji ber vê jî nobeta we ji bo me hemûyan e."   'Ev rastiya dayikên kurd e'   Piştî axaftina mêvanan jî ji malbatên girtiyan Reşahat Ada wiha diyar kir: "Em 89 roj in li vir di Nobeta Edaletê de ne. Gelek ji hevalên me jî îro ji ber nexweşiya xwe ne di navbera me de ne. Dayika Hasîne Guler ji ber êş û giriyê xwe çavê xwe wenda dike. Ji çavê xwe emeliyat bûye.  Dayika me Fevzîye Kolakan jî emeliyata dil kiriye. Ev rastiya dayikên kurd e. Ji ber êş û azarên dijîn dikevin vê rewşê. Êdî bes e pêwîst e çareseriyek ji me re bibînin."   'Pêwîst e guh bidin dengê me'   Yek ji çalakvanên din jî Încî Guler jî gumanên xwe yên di derbarê girtiyan de anî ziman û wiha diyar kir: "Her ku diçe rewşa girtiyan giran dibe. Em ji bo vê heta Enqereyê çûn. Li wir diyar kirin ku ew ê piştgirîyê bidin daxwazên me. Lê deng ji kesî derneket. Tu cih weke Tirkiyeyê nîne. Em daxwaza berdana girtiyan dikin. Pêwîst e guh bidin dengê me."