Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn 2022-02-12 14:46:08   STENBOL - Dayikên Şemiyê li aqûbeta mamoste Maksut Tepelî pirsîn. Polîsan 38 berê bi rêya îşkenceyê Maksut kuştin. Dayikên Şemiyê yên li aqubeta Maksut pirsîn gotin ew ê dev ji têkoşîna heqiyê bernedin.    Bi mebesta pirsîna li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û darizandina kiryarên wan, Dayikên Şemiyê di hefteya 881’emîn de jî çalakiya xwe li dar xist. Çalakî bi onlineyê hat kirin û di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta mamoste Maksut Tepelî (28) hat pirsîn ku di 2’yê sibata sala 1984’an de hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatine girtin.    Maksut ji bo mêvandariyê diçe mala hevalê xwe ya li Kuçukbakkalkoyê û dibîne ku deriyê malê hatiye şikandin. Lê belê polîsên ku kemîn li ber Maksut danîn, guleyan lê dibarînin û birîndar dikin. Tevî du hevalên wî, di nava betaniyekê de dibin Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê û li wir tevî birîndariya xwe jî tê îşkencekirin. Ji ber îşkenceyê, Maksut dikeve komayê. Li gorî agahiyên 3 kesên wê demê di bin çavan de, Maksut di 5’ê sibatê birin Nexweşxaneya Leşkerî ya Haydarpaşayê û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.    38 sal in em têkoşîna hiqûqî dimeşînin   Hevjîna Maksut, Şehrîban Tepelî da zanîn ku piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an, lêgerîna hevjînê wê derketiye û piştre jî hatiye binçavkirin. Şehrîbanê bi domdarî ev agahî dan: “Di dema îşkenceyê de polîsan digot; ‘me ewqas îşkence kir lê dîsa jî tenê yek nav neda.’ Ev 38 sal in em têkoşîna hiqûqî dimeşînin da ku cihê gora wî bibînin û kujerên wî bên darizandin. Dê têkoşîna me ya maf û edaletê heta dawiyê bidome.” Şehrîban Tepelî piştre jî helbesta ku hevjînê wê ji bo keça xwe nivîsandibû xwend.    'Em li benda encama dosyayê ne'   Parêzera Maksut, Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî jî di çalakiyê de axivî û da zanîn ku serlêdanên wan ên ji bo dîtina Maksut bi erênî nehatine bersivandin. Gulseren got ku tevî serlêdana hevjîna Maksut jî bi salane dozgeriyê tiştek nekiriye û wiha domand: “Di 2006’an de xuya bû ku Tepelî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye û li goristana bêkesan hatiye veşartin. Heta cihê gorekê jî diyar bûye. Lê cenazeyê wî nadin malbatê. Polîsên ku Tepelî binçav kirîn tên zanîn lê tu cezayek li wan nehatiye birîn. Lêpirsîna di sala 2003’yan de jî kete ber lêpirsînên demborî lewma me serî li AYM’ê da. Lê wan jî bi hinceta dema wê boriye red kir. Me vêcarê jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Em li benda encama dosyayê ne.”   'Berpirsiyariya we ye ku hûn rastiyê derxînin holê'   Herî dawî jî ji Dayikên Şemiyê Fatma Yorur di çalakiyê de axivî û wiha got: “Pergala darazê ya li Tirkiyeyê baş nayê xebitandin. Bi hinceta demboriyê hewl didin têkoşîna lêgerîna maf û edaletê ya malbatan bêbandor bikin. Ji bo Tepelî ku 38 sal berê li Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê hatibû binçavkirin û windakirin, hiqûqê bixin meriyetê. Berpirsiyariya we ye ku hûn rastiyê derxînin holê û kujerên wan bidarizînin.”