Di çalakiya Xizmên windayan de peyama Aysel Tugluk hat guhdarkirin 2022-02-12 13:47:53   AMED - Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’a Amedê îro aqûbeta li Mehmet û Alî Tekdag pirsîn. Her wiha di çalakiyê de peyama deng a Aysel Tugluk ên dema borî dabû hat guhdarkirin û Aysel wiha bal dikişîne ser rewşê: "Divê rûbirûbûn bi paşerojê re were kirin. Berpirsiyarên tiştên ku hatine kirin divê bên eşkerekirin. Heke ev pêk bê vê demê em dikarin behsa aştiyeke civakî bikin."   Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo kesên bi cînayetên kiryarnediyar hatine qetilkirin û di bin çavan de hatine windakirin, di hefteya 678’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Rêzana Amedê çalakî li dar xistin. Çalakvan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” hatin gel hevdû û wêneyên windayan rakirin. Vê hefte jî aqûbeta Mehmet Tekdag û Alî tekdag hat pirsîn.   Di destpêkê de Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr axivî û destnîşan kir ku ew daxwaza heqîqetê û edaletê ya ji bo cînayetên kiryarnediyar dikin û wiha axivî: “Li gel binpêkirinên mafan ên mezin ên li Tirkiyeyê, hesta hevpar a mexdûran ew e ku fail ji cezayê muaf in. Bêtehemûliya saziyên civakî ya ku sûc/sûcdaran diparêze birînan kûrtir dike û pêkanînên rûbirûbûna bi rabirdûyê re, telafîkirina wê û darizandinê di tu deman de nayê dîtin. Her çend pêşketin/vebûnên ku dem bi dem hêviyan ji vê yekê re veke jî, mixabin li Tirkiyeyê ne behsa daxwaza rûbirûbûna bi rabirdûyeke berfireh re, ne jî vîna siyasî ya ji bo rûbarîhevketina bi paşerojê re nema ye.”   Peyama Aysel Tugluk hat guhdarkirin    Di çalakiyê de qeyda deng ên dema borî ya Aysel Tugluk hat guhdarkirin. Aysel wiha nêrînê xwe anîbû ziman: "Divê rûbirûbûn bi paşerojê re were kirin.  Berpirsiyarên tiştên ku hatine kirin divê bên eşkerekirin. Heke ev pêk bê vê demê em dikarin behsa aştiyeke civakî bikin. Bi hev re em dikarin behsa pêşerojeke azad û wekhev bikin. Dema ku ev pêk neyê axaftina li ser aştî û xwişk û biratiyê zêde wate nake. Em ê li hev bicivin û van kiryaran, van windahiyan, van kuştinan bidin ber dewletê. Ger ne îro, sibe, ne sibe rojek din em ê vê rûbirûbûnê pêk bînin.”   ‘Heta ez sax bim ez vê zilmê ji bîr nakim’   Piştî qeyda denga Aysel Tugluk, ji bo aqûbeta Mehmet Tekdag û Alî Tekdag xwişka wan Îffet Mutaş axivî. Îffet, diyar kir ku Alî 12 saet îşkenceyê dîtiye û wiha pêde çû: “Di salên 90'î de birayê min Mehmet Tekdag hat windakirin. Alî Tekdag jî li derê çiyê hat windakirin. Em du meh li karakolan geriyan. Me agahî bihîst ku 120 saet îşkenceyê dîtîye. Ez kengê bi rêya Farqînê ve diçim bang li Alî dikim. Kesek bersîv nade min. Me di rojnameya tirkan de dît ku Alî li Farqînê bi îşkenceyekê giran hatiye qetîl kirin. Heta ez sax bim ez wê zilmê ji bîr nakim.”