Rêxistina HDP'ê ji bo kongreyê bang kir 2022-02-12 12:44:24   ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ji bo 4'emîn Kongreya Awarte ya wê sibehê bê lidarxistin banga beşdariyê kir. HDP'ê diyar kir ku dê kongre li dijî kuştina Deniz Poyraz bibe bersiv.     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê bi dirûşma "Em bi hêvî û cesaret li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin" dê sibehê li Eywana Werzîşê ya Celal Atik 4'emîn Kongerya xwe ya Awarte li dar bixe. HDP'ê ji bo banga beşdariya ji bo kongreyê li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur, parlamenter Serpil Kemalbay, Gulistan Kiliç Koçyigit, Abdullah Koç û Murat Sarisaç beşdarî daxuyaniyê bûn.   'Ji bo em bibin bersiva kuştina Denizê em ê li wir bin'   Besriya ya di civînê de axivî da zanîn ku ew ê li dijî êrişên îktidara AKP-MHP'ê yên li ser HDP û muxalîfan li gel hevdu bin û eywanê tije bikin û wiha got:"Ji bo em bibin bersiva kuştina Denizê em ê li wir bin. Gelê me çawa li eywanên edliyeyê xwedî li doza Denizê derketin em dawet dikin ku eywanê jî tije bikin. Ev 15 roj in em li qadan digerin. Em êdî dibînin ampula AKP'ê diteqe. Rêya derketina ji vê rêya tarî têkoşîna mil bi mil e."   'Dê HDP bibe hêvî'   Piştre Serpil Kemalbay mafê axaftinê girt û got:"Rejîma 'yek mêrî' ya tenê bekaya xwe girîng dibîne Tirkiye kiriye yek tîp û bi êrişên li ser kurdan şerdên giran ên mêtingeriyê yên li ser kedkaran û polîtîkayên mîlîtarîst hewl dide binpaç bike. Em li kolanan dibînin herkes li dijî buhabûnê çawa ketiye tengasiyê. Li dijî polîtîkayên xizaniyê û tunehesibandina kurdan û polîtîkayên cihêkariyê em ji bo jiyaneke nû ava bikin em diçin kongreya Îzmîrê. Dê HDP bibe hêvî."