Derya Koç a li jêrzemînên Cizîrê hat qetilkirin hat bîranîn 2022-02-11 16:59:21     MUGLA - Ji bo kesên di jêrzemînên cizrîê de  jiyana xwe ji dest dane di şexsê Hevşaredara berê ya Navçeya Mîlasê Derya Koç a li Cizê hat qetilkirin, çalakiya bîranînê hat lidarxistin.   Li Mûglayê, Rêxistina Navçeya Mîlasê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo bîranîna kesên di jêrzemînên li Cizîrê  hatin qetilkirin, di şexsê Hevseroka HDP'ê ya berê ya navçeya Mîlasê Derya Koç de merasîma bîranînê li dar xist.   Malbata Derya Koç, Rêxistina Bajarê Muglayê ya HDP'ê, Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), rêveberên Partiya Çep a Keskan û gelek kes tevlî çalakiya li avahiya navçeyê bûn. Li salona bîranînê wêneyên Derya hatin daliqandin û mûm hatin pêxistin.   Di bîranîna ku bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir de Hevseroka HDP'ê ya navçeya Mûglayê Fulya Erdogan, kesên li jêrzemînên Cizîrê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.   Çalakî bi sînevîzyona ku jiyan û têkoşîna Derya nîşan da bi dawî bû.