Li Wanê Nobeda Edaletê di roja 63'yan de ye 2022-02-11 16:28:59     WAN - "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatgiye şewitandin di roja 63'yan de berdewam dike. Îro Rêxisitnên HDP û DBP'ê yên Navçeya Eerdîşê serdana malbatan kirin û banga ku her kes bibe dengê girtiyan kirin.   "Nobeda Edaletê" ya malbatan girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatgiye şewitandin di roja 63'yan de li Baroya Wanê berdewam dike. Îro çalakî ji aliyê hevjîna Îbrahîm Alkan ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê Dilşah Alkan, Dayika Malîk Demîragaç  ê li Girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê  Emîne Demîragaç û Bavê Botan Tîmur ê ku 6 sal e li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê girtin Kazim Tîmur ve hat berdewamkirin. Rêxisitnên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Navçeya Erdîşê serdana çalakiyê kirin.    'Em li edaletê digerin'   Hevseroka HDP'ê ya Naveçeya Erdîşê  Fatma Serhatli ku li çalakiyê axivî, diyar kir ku ew heta dawî piştgiriyê didin çalakiya dayikan  û berdewam kir, "Bila herkes destê xwe dayne ser wicanê xwe. Lêgerîna me ya edaletê ye. Bila dengê dayikên me yên li edaletê digerin bê bihîstin. Em bang li gelê xwe dikin ku piştgiriya çalakiyê bikin .Divê herkes zilma li girtîgehan bibîne."   'Divê em bibin piştevanên wan'   Piştre Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Erdîşê Haydar Tenik jî bal kişand ser Komploya 15'ê Sibatê û got, "Divê gelê me pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn bibîne. Li girtîgehan berxwedaneke mezin tê kirin. Divê em vê berxwedanê tenê li ser pişta  wan nehêlin."