ROJEVA 9'Ê SIBAT'A 2022'YAN 2022-02-09 09:00:00   *Jinên ku komploya navneteweyî şermezar kirin destnîşan kirin ku tecrîd berdewamiya komployê ye û wiha gotin: “Divê li hemberî tecrîdê bêdeng neyê mayîn. Tevî van ewqas êrîş, zext û zordestiyê pêwistî bi yekitiyê heye.” DÎMEN HEYE   *Jinan bertek nîşanê êrîşên hewayî yên TSK’ê ku li hember Mexmur, Şengal û Dêrdikê pêk hatin dan û diyar kirin ku heta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad nebe Gelê Kurd jî azad nabe û wiha gotin: “Ger Rêbertî azad bibe wê çareserî pêk bê. Heta hevdîtin neyên kirin çareserî ne pêkan e.” DÎMEN HEYE