Bi koça global re sunetkirina jinan li Ewropayê zêde dibe 2022-02-07 09:48:36     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi koça global re sunnetkirina xedar a jinan li Ewropayê zêde dibe. Li Elmanyayê li gorî texmînan sunnetkirina jinan bandor li ser 75 hezar kesî kiriye û tê diyarkirin ku bi hezaran jinên ciwan di bin vê xeteriyê de ne.   Li Elmanyayê li gorî texmînan sunnetkirina jinan zêde bûye û tê diyarkirin ku li dora 20  hezar jin bi vê xeteriyê re rûbirû ne. Saziya alîkariyê ya bi navê Plan derbarê sunnetkirina jinan pirtûkeke biçûk weşand.   Kathrîn Hartkopf a ku berdevka Planê ye got “Jêkirina goştê genîtal a jinan binpêkirina mafên mirovan e. Divê jin û zarokên ku vî tiştî bandor li wan kiriye, bi tenê neyên hiştin.”   hêjayî gotinê ye ku Plan Internatîonal ji sala 2003’an û vir ve li Misir, Etiyopya, Bûrkîna Faso, Gîne, Gîne-Bîssaû, Malî û Sîerra Leone jî tê de li gelek welatên Efrîkayê li hemberî sunnetkirina jinan kampanyayê dimeşîne. Rêxistin ji bo avakirina navendên şêwirmendiyê alîkariyê dike û ji bo yên ku berê sunnet bûne jî çavkaniyên aborî yên alternatîf ava dike.