Buhabûna ceyranê li Farqînê hat şermezarkirin 2022-02-06 16:24:46     AMED - Li navçeya Farqînê, welatiyan buhabûna ceyranê şermezar kirin.   Şermezarkirinên buhabûna ceyranê berdewam dikin. Piştî Bazîd, Gever, Mêrdîn, Riha û Marmarîsê li navçeya Farqîn a Amedê jî welatî daketin kolanan û zema ceyranê şermezar kirin. Gelek kes li ber PTT'ê li hev civiyan û ber bi avahiya Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) meşiyan. Girse ji vir jî heta ber Qaymeqamiya Farqînê meşiya û li vir daxûyanî da. Li ser navê girseyê Seyît Aktarli axivî û bangî Erdogan kir û ev tişt got: "Zilma DEDAŞ'ê heye. Ev milet perîşan e. Gel nikare van fatureyan razîne."   Piştî daxuyaniyê girseyê dûrişma "DEDAŞ îstifa" berz kir.