Li Bunyanê ji ber îşkenceyê rêviyê girtiyekî derket derve 2022-02-06 11:03:12     Dilan Babat    ENQERE - Li Girtîgeha Tîpa T a Bunyanê Fetullah Hazar ji ber ku hejmartina li ser piyan qebûl nekir îşkence lê hat kirin û rêviyên wî derketin derve. Hat diyarkirin ku gardiyanên îşkence li 15 girtiyan kirin gotin:"Dewlet em in. Vir Kayserî ye naşibe dereke din. Em ê we li vir bikujin."   Li girtîgehan binpêkirina mafan a li hemberî girtiyan bi awayekî sîstematîk didome. Vê hefteyê jî binpêkirina mafan a li girtîgehan ket rojevê. Di rojên borî de Serokwekîla Komê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku li Girtîgeha Tîpa T a Kayseriyê ji ber girtiyan hejmartina li ser piyan qebûl nekirine lêdan xwarine û di navbera wan de birîndar hene.    Piştî binpêkirin û îşkenceyê Şaxa Mêrsînê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Hukumxwar û Girtî yên Çukurovayê, Şaxa Mêrsînê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çûn serdana girtî Sami Geylan, Ferhat Onder, Şaban Kaygusuz, Emrah Kina, Ali Saday û Fetullah Hazar ên di 4'ê Sibatê de li 1'emîn Girtîgeha Tîpa T a Bunyanê muameleya ne baş û îşkence li wan hat kirin.    Ferzkirina jimartinê ya li ser lingan   Di hevdîtina bi Samî Geylan û Ferhat Onder ên girtî de girtiyan dan zanîn di 29'ê Kanûna 2021'ê de Mahir Can û Bulent Ozturk ji 2'yemîn Girtîgeha Tîpa T a Bunyanê sirgunî 1'emîn Girtîgeha Tîpa T ya Bunyanê hatine kirin. Her wiha hat ragihandin Mahir û Bulent 10 rojî di karantînayê de hatine hiştin û li vir jimartina li ser piyan li wan hatiye ferzkirin. Mahir û Bulent li dijî ferzkirina li ser piyan û tundiyê dirûşma "Dê rûmeta mirovatiyê îşkenceyê têk bibe" berz kirine. Her wiha bi hinceta Mahir û Bulent "dirûşm berz kirine" û "hejmartina li ser piyan qebûl nekirine" derbarê wan de ji 50 zêdetir lêpirsîna dîsîplînê hatine destpêkirin. Girtiyan diyar kirin ku mudurê duyemîn ê girtîgehê Samî Geylan heqaret li girtiyan kiriye û gotin daxwaznameyên ew didin bê encam dimînin û her wiha xwestin ku heyetek ji parlamenteran pêk tê hevdîtinê bi îdareya girtîgehê û Wezareta Dadê pêk bîne.    Gefxwarina li 4 girtiyan    Di hevdîtina bi girtî Şaban Kaygusuz re hat kirin de meheke berê 4 girtî ji 2'yemîn Tîpa T'yê surgunî 1'emîn Tîpa T'yê hatine kirin û li vir ji ber 4 girtiyan jimartina li ser piyan qebûl nekirine bi muameleya ne baş û îşkenceyê rû bi rû mane. Her wiha hat gotin gefa mirinê li 4 girtiyan hatiye xwarin. Şaban da zanîn ku piştî girtiyan serlêdana sûc kirine gardiyanan ji wan re gotine "Em dewlet in. Vir Kayserî ye, naşibe dereke din. Em ê we li vir bikujin." Her wiha hat ragihandin ku îşkence li ber kamerayan tê kirin û mudur jî beşdarî vê yekê dibe. Şaban da zanîn li 4 girtiyan ji 50 zêdetir lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin.    Aqubeta lêpirsînan nayê zanîn   Emrah Kina yê ku di heman girtîgehê de ye da zanîn ku di 7'ê Çileyê de dema ji nexweşxaneyê vegeriyane li têketina girtîgehê li ber cîhaza X-ray'ê ji aliyê gardiyanan ve ji erdê ve hatine kaşkirin û wan ji ber binpêkirina mafan serlêdana sûc kirine lê belê aqubeta serlêdana sûc jî nayê zanîn. Emrah da zanîn ku tevî îşkence jî li wan dibe derbarê wan de ji 50 zêdetir lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin. Her wiha Veysel da zanîn ku di 4'ê Sibatê de di hejmartina serê sibehê de gardiyanan li Veysel Zengin dane û bûne sedem ku lêva wî teqandine û ji ber lêdanê verşiyaye.    15 gardiyan tevlî îşkenceyê bûne    Di hevdîtina bi Ali Saday û Fetullah Hazar de girtiyan dan zanîn ew jî mîna girtiyên din bi heman îşkenceyê rû bi rû dimînin. Girtiyan dan zanîn ku Emrah Kina bi îşkenceyê bi giranî birîdar bûye û gotin fitixa kasikê ya Emrullah hebûye û bi îşkenceyê kasika wî çiriyaye û rêviyên wî derketine derve. Girtiyan dan zanîn ku 15 gardiyan tevlî îşkenceyê bûne û di meheke dawî de ji 50 zêdetir lêpirsîna dîsîplînê derbarê girtiyan de hatine destpêkirin.    Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Abdulcelil Akın, derbarê hevdîtinên kirine de axivî.    Gardiyanan ji parêzeran gotin: Bicehemin herin   Abdulcelil Akın diyar kir ku li ser serlêdana wan li girtîgehan hevdîtin pêk anîne û gotin di sibeha ku me hevdîtin pêk anî de hejmartina li ser lingan li girtiyan hatiye ferzkirin û got:"Girtiyan ev reş qebûl nekirine. Li ser vê yekê gardiyanan li serê girtî Veysel Zengin xistine. Sewqa wî ya nexweşxaneyê jî nayê kirin. Me xwest derbarê muameleya ne baş û îşkenceya li 15 kesan hatine kirin em bi îdareya girtîgehê re hevdîtinê bikin lê belê ev yek nehat qebûlkirin. Li ser redkirina daxwaza hevdîtinê gardiyanan ji me re gotin 'Bicehemin herin'. Me derbarê vê yekê de saziyên din jî agahdar kir. Her wiha me agahî da parlamenterên HDP'ê jî. Em ê heyetekê ava bikin û biçin hevdîtinê bi girtîgehê re bikin. Em ê derbarê îşkence û muameleya ne baş de serlêdana sûc bikin. Em ê serî li Navenda Mafê Mirovan a Baroya Mêrsînê û Navenda Mafê Mirovan a Baroya Kayseriyê bidin. Em ê vê rewşê ji Komisyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê re ragihînin."