ROJEVA 06'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-06 09:00:00     * Di peymana ku Şaredariya HDP’ê ya Silopiyê bi Sendîkaya Kar a Giştî ya ku girêdayî DÎSK’ê ye îmzek de ji bo jin û zarokan xalên girîng cih girtin. Hevseroka Şaredariya Silopiyê Adalet Fîdan, got: “Kesên ku jinan bi tundî û êrîşa zayendî re rûbirû bihêlin dê ji kar bên îhraçkirin û bişînin lijneya dîsîplînê.” BI DÎMEN    *Arjîn Yuksekbag a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, balkişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş Gulşan Adet û Zeynep Bîngol û got: “Pereyê derbasbûna pirê jî ji me tê birîn. Ji ber min di hevdîtina vekirî de silav da malbatên Rozerîn Kurd û Alev Yaşar derbarê min de lêpirsîn hat destpêkirin."    * Doza kujer Abdullah Melîh Bariş yê Nurcan qetil kir, cara duyem ji Dadgeriyê vegeriya û rûniştina dosyayê wê di 7’ê sibatê de bê dîtin. Jinan beriya rûniştinê nêrînên xwe anîn ziman û ji bo Nurcanê daxwaza edeletê kirin. Parêzeran got tevî hemû delîl li holê ne daraz li alîgirê gumanbar e. BI DÎMEN    *Jinên koçer yên li gundê Marînê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê kon vekirine, diyar kirin ku xweza ji bo wan pîroz e û her çiqas jiyana wan zor û zahmet be jî ew ji vî şêweyê jiyana  xwe hez dikin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka DBP’a Wanê Gulderen Varli da zanîn ku di ser komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de 23 sal derbas bûye û got: "Komplo li aştî, edelet û wekheviyê hatiye kirin. Em wek partiya herêmî wek jinên kurd vê komployê qebûl nakin.” BI DÎMEN    *Parêzerên gumanbarê doza Denîz Poyraz, Onur Gencer, bi armanca doz biçe bajarekî din serî li CÎMER’ê dan. Parêzer Turkan Aslan Agaç da zanîn ku ji bo desthilatdarî tevlî dozê bê kirin ev serlêdan hatiye kirin û got daxwazname mafê mirovan hedef digire. DÎMEN HEYE   *Di kanala ATV'ê ya bi nêzîkatiya xwe ya desthilatdariyê tê zanîn, li ber çavê mîlyonan li jinek ciwan şîdet hat kirin. Pêşkêşvana bernameyê ‘Esra Erol’,  jina ku nexwest rûyê wê bê nîşandan û krîza sînîr derbas kir, biçûk xist, lê qîriya û heqeret lê kir û îfşa kir.