Li Colemêrgê bi hezaran kes li dijî bihabûnê meşiyan 2022-02-05 16:54:53   COLEMÊRG - Li Geverê bi hezaran kes li dijî bihabûnê derketin qadan û faturayên ku gelek biha ji wan re hatin derxistin şermezar kirin.    Piştî Bazîda Agiriye ku duh li dijî fatureyên bi bihayekî zêde ji wan re hatin şandin çalakî li dar xisitn îro jî li navçeya Gever a Colemêrgê bi hezaran kes daketin kolanan û fatûrayên ku bi bihayekî zêde ji wan re hatine birîn şermezar kirin.    Welatiyên ku li ser Kolana Nedîm Zeydan hatin gel hev bi dirûşmên, "Şelandin heye, "Hikûmet Îstîfa" û "Şelankar TEDAŞ" heta ber Şîrketa Belavkariya Ceryanê a Giştî ya Wanê (VEDAŞ) meşiyan.    Li vêderê jî welatiyên ku bi çepik û dirûşman fatûreyên bi bihayê zêde şermezar kirin piştre çalakiya xwe bi dawî kirin.   Di dema ku welatiyan VEDAŞ şermezar dikir avahiya wê bi polîsan hat dorpêçkirin û parastin.