'Ji bo dermankirinê divê Aysel Tugluk bê bedan' 2022-02-05 16:44:39   ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî da zanîn ku êdî nepane ku Aysel Tugluk bikare li girtîgehê bijî û banga berdana wê kir.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî çalakiya xwe ya 387’emîn li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê kir. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hatibû daliqandin. Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut axivî û bal kişand ser rewşa siyasetmedar û girtiya nexweş Aysel Tugluk.    Sevîl da zanîn ku Aysel ji sala 2016’an heta niha di girtîgehê de ye û wiha domand: “Hestiyariya parêzer, malbat, hevalên wê û bi saya kampanyayên hatine destpêkirin neçar man ku gav biavêjin û Aysel bişînin Saziya Tipa Edlî (ATK) a Stenbolê. Ji ber sedemên siyasî bi israr dixwazin Aysel di girtîgehê de bihêlin. Lê nepêkane ku Aysel di halê heyî de bikare li girtîgehê bijî. Hewceye ATK bêalî û li gorî zanistê tevbigere û ji bo tehliyeyê biryarê bide. Divê Aysel di zûtirin dem de derkeve û were dermankirin.”