Bi sedan jin beşdarî hevdîtina gel a TJA'yê ya li Stenbolê bûn 2022-02-05 15:44:11   STENBOL - TJA bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" li Sancaktepe hevdîtina jinan pêk anî. Di hevdîtinê de jinan bal kişand ser polîtîkayên taybet ên li hemberî jinan û derbarê xweparastinê de nêrînên xwe anîn ziman.    Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Sancaktepe ya Stenbolê hevdîtina gel pêk anî. Aktîvîstên TJA'yê, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Hevberdevka Buroya Têkiliyê ya Marmarayê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Dîlber Demîr, berdevka jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Dîdem Acabey, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, rêxistina HDP'ê yên bajêr û navçeyan, endamên Komeleya Dema Jinan, Hevseroka Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇ-DER) Kamîle Kandal, ji Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dengbêj Xalîde û gelek jin tevlî hevdîtinê bûn. Li salonê pankarta "Dem dema azadiya jinê ye" û wêneyên TJA'yê hatin daliqandin.    Di hevdîtinê de panelek hat lidarxistin û di panelê de ji Jineolojiyê Dîlan Geyîk axivî û bal kişand ser polîtîkayên taybet ên şer û xweparastina jinê.    Hevberdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Esengul Demîr jî destnîşan kir ku di dema pandemiyê de herî zêde li hemberî jinan operasyon pêk hatin û got: "Gelek jin hatin binçavkirin û girtin. Li hemberî rêxistinbûna jinan îqtîdar polîtîkayên cuda afirand û xwest jinan bitirsîne. Her wiha heke em têkoşîna xwe bi rêxistinî bidin meşandin vê demê em ê îqtîdarê têk bibin. Demek dirêje çeteyên fihûşê li herêmê derketine holê û parçeyeke polîtîkayên taybet ên şer tê meşandin. Cerdevan û cendirme di nav wan çeteyên fihûşê de cih digirin, wêneyên jinan dikişînin û bêrûmet dikin û dixin nava tora fihûşê."   Aktîvîsta TJA'yê Felek Erdem di panelê de bal kişand ser girîngiya xweparastinê û wiha bi lêv kir: "Divê di serî de em li ser parastineke çawa û em ê xwe çawa biparêzin rawestin. Xweparastin tenê bi rêya çekê nabe, bi teşhîrkirina zihniyeta serdest ev tişt pêk tê. Divê em li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê têbikoşin. Her wiha di bernameyên serê sibê yên televîzyonan de ji bo keytîngê jin bi îstîsmarê re rûbirû dimînin."   Piştî panelê pêşbirka zanînê ya ku ji 26 pirsan pêk dihat hat lidarxistin. Hevdîtina jinan bi klamên dengbêj Xalîdeyê bi dawî bû.