Jinên ji bo Aysel Tugluk li hev civiyan: Em bêdeng namînin 2022-02-05 13:56:25   STENBOL - Jinan di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin” li ber postexaneya Kadikoyê ligel astengiya polîsan civiyan û gotin: "Em li hemberî rewşa Aysel Tugluk de bêdeng namînin."    Jinên ku ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê û di lîsteya girtiyên nexweş ên giran de ye kampanyaya bi navê "Ji bo Aysel Tuglukê 1000 jin" dan destpêkirin, li ber postexaneya Kadikoya Stenbolê civiyan. Jinan beriya ku daxwaznameyên ji Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê, Saziya Tipa Edlî, Serokatiya Meclîsê, Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekîtiya Baroyên Tirk (TBB) re bişînin, li qadê daxuyanî dan. Gelek jin û nûnerên saziyên jinan beşdarî daxuyaniyê bûn.   Qada ku daxuyanî lê bê dayîn ji hêla polîs û maşîneyên zirxî ve hat dorpêçkirin. Jinan di daxuyaniyê de pankarda navê jinên ku ji bo Ayselê îmze dane hatî nivîsandin vekirin. Metna hevpar ji hêla Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan ve hat xwendin.    'Ji bo girtiyên nexweş azadî'    Pêşiya daxuyaniyê li ser navê Jin bi Hev re bi Hez in Ferîde Eralp axivî û bal kişand ser rewşa Ayselê û got: "Ji bo azadiya Ayselê em îro hatin li vir. Ji bo Ayselê hezar jin bi rê ket û îro em gihaştin bi hezaran jinan. Ligel rapora ku Aysel nikare li girtîgehê bimîne, nayê tehliyekirin. Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê, Dezgeha Tiba Edlî û Meclîs li gorî hiqûqa heyî nêz nabin û her wiha helwesteke bêehleqî nîşan didin. Em bi bangewaziya hezar jinê hatin li vir. Em daxwaznameyên xwe ji wan saziyan re dişînin. Em ji bo Aysel û ji bo girtiyên nexweş dengê xwe bilind dikin."   Piştî axaftina Ferîdeyê jinan dirûşma "Aysel Tugluk ne bi tenê ye", "Ji bo Aysel Tugluk Azadî", "Ji bo girtiyên nexweş azadî" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Polîsan dirûşme kir hincet û xwest daxuyaniyê asteng bike. Jinan helwest nîşanî polîsan da û daxuyaniya xwe domandin.    'Ji 54 welatan piştgirî   Daxuyaniya ku ji hêla Dîlek Başalan ve hat xwendin wiha hat gotin: "Ji 54 welatan jin piştgirî didin kampanyayê. Aysel Tugluk wek bi milyonan welatiyên jin a ku li ser erdnîgariyeke dijwar ji dayik bûye. Li dijî cudakariyê di nav têkoşînê de ye. Ew parêzvana têkoşîna demokratîkbûyîn û azadiyê ya Tirkiyeyê ye. Parêzer û siyasetmedarek. Ew parçeyekî giranbuha yê têkoşîna jinê ye ku her yek ji me bi feraseteke kûr a rêhevaltiyê ve girêdayî ye."   'Em ê bibin dengê Ayselê'   Dîlek, di daxuyaniyê de wiha bal kişand ser rewşa Ayselê: "Ji aliyê saziyên tenduristiyê yên herêmê ve hatibû diyarkirin ku Aysel nikare di girtîgehê de bijî. Lê li gorî rapora Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hê jî di girtîgehê de ye. Di şert û mercên girtîgehê de ne mimkûn e ku baş bibe û her roja ku diçe tenduristiya wê xirabtir dibe. Aysel rêheval û xwişka jinan e... Em nikarin li hemberî rewşa Ayselê bêdeng bimînin. Em nikarin bibin temaşevan. Em bang li her kesî dikin ku bibin dengê Ayselê. Em naxwazin ji bo Ayselê dereng bimînin. Em naxwazin rondikan bibarînin."    Dîlek di daxuyaniyê de daxwazên jinan wiha rêz kir:    “* Divê raparên ku ji bo Ayselê hatî amadekirin berçav bê girtin.    * Divê biryar li gorî hiqûq û mafên mirovan bê dayîn.    * Em daxwaza serbestberdana Ayselê dikin."    Dîlekê, wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Em bang li Wezareta Dadê, Dezgeha Tiba Edlî û Meclîsê dikin ku bila berpirsiyariya xwe bînin cih. Her wiha em bang li Yekitiya Tabîbên Tirk û Yekitiya Baroyên Tirk dikin ku rewşa Ayselê nêz ve bişopînin. Em daxwaznameyên ku ji hêla 6 hezar jinan ve hatî îmzekirin bi rêya postê dişînin. Em ê rewşa Ayselê û girtiyên nexweş ên din ji nêz ve bişopînin."   Daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû. Jinan piştre jî berê xwe dan Postexaneyê û daxwaznameyên xwe şandin.