Dayikên Şemiyê piştgirî dan malbatên di 'Nobeda Edaletê' de 2022-02-05 13:35:17   STENBOL - Dayikên Şemiyê, di roja 880'yî ya çalakiya xwe de diyar kirin ku ew piştgiriyê didin malbata Gulîstan Doku û Emîne Şenyaşara ên ku di Nobeda Edaletê de ne û anîn ziman ku wan ji bo malbatan şemil amade kirine û şandine.    Dayikên Şemiyê ku ji bo eqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin bi pirsin û darizandina kiryarên ku her hefte çalakiyê li dar dixin vê hefteyê jî çalakiya xwa ya 880'yî bi rêya onlînê li dar xistin. Dayikan vê hefteyê di çalakiya xwe de bal kişandin ser Malbat Gulîstan Doku ya li ber Edliyeya Dêrsim di çalakiyê de û çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê.     Daxuyanî vê hefteyê ji aliyê xuşka Rojnameger Ferhat Tepe yê ku 27 sal berê ji mala xwe hat girtin û hat qetilkirin Ayşe Tepe ve hat xwendin.    'Me ji bo dayikan şemil amade kir'   Ayşe diyar kir ku ew piştgiriyê didin dayika Gulîstan Doku Bedriye doku ya li ber Edliyeya Dêrsimê û Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê. Ayşe diyar kir ku ew herdu dayik jî ne bi tenê ne û wan ji bo Emîne û Bedriye şemil amade kirine ku bişînin.    Ayşe bi bi bîr xis ku Guşîstanê  piştî bi hevalê xwe yê berê yê ku zirbavê wî polîs re hevdîtin kiriye hatiye windakirin û got, "Bedriye Doku bi hêviya ku agahiyekê ji keça xwe bigire ji 1'ê Çileyê ve li ber Edliyeya Dêrsimê nobedê digire û vê nobeda xwe berdewam dike."   '8 dozger hatin guhertin lê doz tune ye'   Ayşe ji bo Emîne Şenyaşar jî got ku xizmên wê ji aliyê parêstvan û xizên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin û got ku Emîne 335 roj e di Nobeta Edaletê de ye. Ayşe wiha berdewam kir, "Ji bo îfadê bide 13 caran Emîne Şenyaşar gazî îfadê kirin. Başe pergala edaletê ku 13 caran ji bo îfadê gazî Emîneyê kir ji bo bendemayîna wê ya ji bo Edaletê çi kir. Dozgerên li dosyayê dinêrtin 8 caran guherîn lê li holê dozek jî tune ye."   'Ji bo ku edalet pêk bê em têdikoşin'   Ayşe di berdewamiyê de wiha got, "Di dewleta hiqûqê de, ger ku li welêt kesek winda be, anî jî hatibe qetilkirin pergala edaletê lêpirsîneke bi bandor dide destpêkirin û darizandineke adîlane tê kirin. Lê mixabin em bi xwe li zarokên xwe digerin û em 'nobedên edaletê didin destpêkirin' ji bo ku edalet pêk bê."   'Em dest ji Galatasarayê bernadin'   Ayşe diyar kir ku pegaleke edaletê mafê her kesî ye û wiha got, "Em bi biryar in ji bo ku edalet li gel mafdaran cih bigire em tişta bikeve ser milên me bikin. Çend sal derbas dibin bila derbas bin em dest ji lêgerîna Edaletê û dest ji Qada Galatasarayê ku 181 hefte ye li me hatiye qedexekirin bernadin."