26 jin bi parvekirina wêneyên wan tacîz kirin 2022-02-05 12:46:49   COLEMÊRG - Li navçeya Geverê wêneyên 26 jinan bi awayekî bê destûr li ser hesabên medyaya dîjîtal, hatine parvekirin û hatine tacîzkirin. Jinan serî li ÎHD’ê dan.    Li navçeya Gevera Colemêrgê bi wêneyên 26 jinan li ser medyaya dîjîtal hesabên sexte hatin vekirin. Kesên ku ev hesab vekirine, peyamên gef û tacîzê ji hesabên jinan ên rast re şandin. Ji 26 jinan hinekan çûn Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û ji bo têkildarî bûyerê pêvajoya hiqûqî were destpêkirin, serî lê dan. Endama Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Pinar Şen têkildarî bûyerê daxuyanî dan.    Pinar, bi lêv kir ku li Colemêrg û navçeyên wê jin hedef tên girtin û mafên wan ên jiyana taybet tên binpêkirin. Pinar, da zanîn ku têkildarî bûyerê 2 jinan serî li wan dane û daxwaza alîkariya hiqûqî kirine û bi lêv kir ku li ser hesabên medya dîjîtal peyamên tacîz û gef xwarinê ji jinan re hatine şandin.    Pinar, diyar kir ku têkildarî jinên serî li komeleya wan dan de beriya niha jî li ser medya dîjîtal hesab hatine vekirin û wiha got: “Serlêderan diyar kirin ku herî dawî di 22’yê çileya 2022’yan de li ser hesabên medya dîjîtal li ser navê wan hesabên li dijî exlakê hatine vekirin û li ser van hesaban bi awayekî bê destûr wêneyên wan tên parve kirin. Serlêderan dan zanîn ku ji ber bûyera qewimî bi awayekî manewî gelek zirar dîtine û parvekirinan bandor li ser jiyana wan kirine.”   Pinar, bi lêv kir ku wêneyên 26 jinan bi awayekî bêdestûr bi paşnavên wan ve hatine parverkirin û wiha berdewam kir: “Ev êrişeke mezine li dijî kesayet û rûmeta jinên li herêmê dijîn hatiye kirin. Têkildarî bûyerê wê parêzerên me pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin û ji bo bûyer were ronîkirin û faîlên sûc cezayê pêwîst bigirin wê bi hemû derfetên xwe bixebitin. Em ji raya giştî û çapemeniyê re radigihînin ku weke parazvanên mafên mirovan pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin û têbikoşin.”