'Nobeda Edaletê' di roja 334'an de ye 2022-02-05 12:23:46   RIHA - "Nobeda Edaletê" ya Emîne Şenyaşar ku di 9'ê Adara 2021'ê de da destpêkirin di roja 334'an de berdewam dike.   "Nobeda Edalet"ê ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de 3 ferdên malbata wê ji aliyê parêstvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîlyildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê yê ji bûyerê bi birîndarî rizgar bû Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 334'an de berdewam dike.    Malbata ku ji ber di dawiya hefteyê de edliye girtî ye li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe berdewam dike li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev parvekirin kir û got, "Li Rihayê kî bi hêz be edalet jî li gel wan cih digire. Yên mafdar jî tenê dikarin bi berxwedanê bi ser kevin. Em jî mafdar in û wê li dijî zilmê edalet bi ser keve. Em ê bi ser kevin."