Girtiya nexweş Naîme Encu nayê tehliyekirin 2022-02-05 09:08:09   Rojda Aydin     ŞIRNEX - Naîme Encu, 27 sal in girtiye û bi dehan caran hatiye sirgunkirin, malbata wê ji rewşa wê ya tenduristiyê bi fikar in û gotin: "Ji bo bê tedawîkirin divê serbest bê berdan. Em li vir bang li raya giştî dikin ku bila ji bo girtiyên nexweş bi hestiyar bin."   Tecrîda ku li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî girankirin bandora xwe li hemû girtîgehan kir. Girtîgeh niha bûne îşkencexane û hemû mafên girtiyan hatiye binpêkirin. Malbatên girtiyan li Amed û Wanê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine betalkirin çalakiya "Nobeta Edaletê" dan destpêkirin. Malbatan dixwazin bi çalakiyên xwe raya giştî hişyar bikin.    Naîme Encu ya ku 45 salî, di lîsteya nexweşan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) cih digire û 27 sal in girtiye. Naîme, di sala 1977'an de li gundê Roboskî ya navçeya Qilebana Şirnexê hatiye dinê. Li dijî zext û zilmê di sala 1989'an de tevlî têkoşîna azadiyê dibe. Naîme di sala 1995’an de li Agiriyê tê binçavkirin û girtin.    Naîme 27 sal in girtiye    Naîmeya ku 36 sal ceza lê hatiye birîn 27 sal in girtî ye. Naîmeya ku sirgunê Sîvas, Mûş, Farqîn, Mêrsîn, Sêrt, Enqere û Erziromê hatiye kirin, niha jî li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyana Kayseriyê ye. Naîmeya ku demek dirêje girtî ye, di çavek wê de girêkek derketiye û ji çavek wê jî katarak e. Her wiha nexweşiyên wek fitiqa sitû û pişt, perdeya guh teqiyaye û diranên wê hemû rizyane. Ligel evqas nexweşiyan nayê tehliyekirin û nayê tedawîkirin jî.    Bi kelepçeyê tedawiyê qebûl nake   Malbata Naîmeyê bal kişand ser rewşa keça xwe û gotin: "Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê bi kelepçeyan dibin û tînin. Naîmê ji ber ku vî tiştî qebûl nake naxwaze biçe nexweşxaneyê. Di qawişa wê de girtiyên nexweş jî hene. Her wiha gelek alavên ku em dişînin dereng didin wan. Dîsa nameyên girtiyan naşînin û nameyan nadin girtiyan."    Malbata Naîmeyê ji ber pandemiyê ev 3 sal in neçûne hevdîtine û gotin: "Em ji rewşa wê bi fikar in. Em banga serbestberdana girtiyên nexweş dikin."