‘Lêgerînên der barê Gulîstanê de bi avê sînor ma’ 2022-02-05 09:05:47   Şîrîn Çinar   AMED - Endama Komîsyona ji bo Gulîstan Doku Edalet, Dîlan Ergul da zanîn ku gumanbarê sereke yê di windabûna Gulîstanê de berpirs e li derve digere û ji bo Nobeta Edeletê banga piştevaniyê li hemû kesî kir.   Di ser windabûna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ya 21 salî ku di 5’ê Çileyê 2020’î de winda bû, du sal derbas bûn. Malbata Gulîstanê ku li Amedê dijî, piştî bûyerê çû Dêrsimê û îxbara windabûnê kir. Li ser vê xebat hatin destpêkirin. Di encama lêkolîna hat kirin de sînyala telefona Gulîstanê herî dawî li Viyaduka Sarisaltuk a li ser Bendava Uzunçayirê, hat tespîtkirin. Dîmeneke çend saniyeyan a Gulîstanê ya li ser rê ketibû ber kameraya wesayîteke ji wir derbas dibe. Bajarê ku 24 saetan bi kamerayê tê şopandin, der barê Gulîstanê de tiştek bi dest nexist. Her wiha xebatên lêgerînê jî tenê bi Çemê Mûnzûrê sînor ma.   Her çiqas malbata Gulîstan û saziyên civaka sivîl bêjin ku golê vala bikin û lêgerînê bikin jî rayedaran ev paşguh kirin û gumanbarên sereke Zaînal Abarakov û bavê wî yê polîs Engîn Yucel heta îro ne hatin binçavkirin ne jî der barê wan de lêpirsînek hat meşandin. Herî dawî sala borî di meha tebaxê de Serdozgeriya Komarê ya Dêrsîmê der barê windabûna Gulîstanê de ji 81 serdozgerî, midûriyetên emniyet û fermandariyê cendermeyan re nivîsa talîmatê şand. Di talîmatê de hat gotin ku li Dêrsîmê  ji 5’ê Çileya 2020’î şûnde hemû cesedên jinan ên hatine dîtin û nasnameya wan nehatiye tespîtkirin, bên lêkolînkirin û agahî bê parvekirin.   Ji roja Gulîstan winda bûye heta niha gotin ‘întîxar e’ û hewl dan serê bûyerê bigirin. Saziyên jinan û saziyên civaka sivîl hîna jî li aqûbeta Gulîstanê dipirsin.   Endama Komîsyona ji bo Gulîstan Doku Edalet, Dîlan Ergul der barê windanbûna Gulîstan û parastina gumanbaran de nirxandin kir.   ‘Gumanbar li derve digerin’   Dîlanê da zanîn ku tevî ku gumanbarê sereke yê di windabûna Gulîstanê de, Zaînal Abarakov bû der barê wî de lepirsînek bi bandor nehatiye vekirin û wiha got: “Gulîstan herî dawî li mala bavê Zaînal hatye dîtin û Zaînal li kafeya dixebitî Gulistan bi zor desteser kiriye. Tevî ku gumanbarê sereke Zaînal bû ev du sal in lêpirsînek bi bandor nehat kirin. Beriya bibin qerekolê li mala wî îfade girtin. Yanî bi aşkera tê parastin. Gumanbar li derve digere û diçe derveyê welat jî. Bi heman awayî bavê wî jî bi rehetî digere.”   ‘Delîlên aydê Gulîstanê hatin reşkirin’   Dîlanê wiha dirêjî dayê: “Piştî windabûna Gulîstanê bavê Zaînal hemû delîl tune kirin. Bavê Zaînal dadger û dozgeran nas dike. Bi vî awayî delîl hatin tunekirin. Herî dawî Aygul Doku ji bo delîl neyên tunekirin destûr nedabû barkirina malbata Zaînal. Lê ji ber gêzika ceyranê doz li Aygulê hat vekirin.”   ‘Gulîstanê întîxar nekir’   Dîlanê berteka xwe bi van gotinan anî ziman: “Ev du sal in xwişka me winda ye. Bi îfadeyên sexte der barê ku Gulîstanê întîxar kiriye belge tên parvekirin. Bi vî awayî hewl didin demê qezenc bikin. Ev îdia hemû derew in. Gulîstanê întîxar nekir. Li Mûnzûrê lêgerînek baş nehat kirin. Madem dibêjin întîxar kiriye bila di avê de lêkolînek baş bikin.”   ‘Divê tenê di avê de lê negerin’   Dîlanê destnîşan kir ku bi saya israr û berteka rayagiştî asta ava Çemê Mûnzûrê kêm kirine û lêgerîn kirine û wiha daxuyand: “Tevî vê tu şopek nehat dîtin.  Dibêjin di avêde ye. Lêgerîn hat kirin. Wê demê Gulîstan li ku ye? Ger ne di avê de be wê demê li cihekî din e. Divê em li derve lê bigerin. Malbata Gulîstanê ji wê rojê de ye li Dêrsîmê ye. Ji bo biçe cem Walîtiyê hewl dide. Dayika Gulîstanê her tim vê dibêje ‘Keça we du saetan li derve bimîne hûn ê bikevin fikaran. Lê keça min du sal in winda ye.’ Em ê destûrê nedin tu jinek wisa winda bibe. Ji ber ku em jî jin in û wê dewleta mêr heman tiştî bi me jî bike.”   Ji bo nobetê bang   Dîlanê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê Gulîstanê demildest bê dîtîn û ev bang kir: “Em bang li hemû sazî û daîreyên dewletê dikin ku piştgiriyê bidin nobeta ku malbata Gulîstanê girtiye. Ji ber Gulîstanê xwişka me hemûyan e… Çi ji destê kê tê bila bike.” Ev du sal in çalakî û hewldanên ji bo Gulîstanê hatine kirin û hevdîtinên malbata Gulîstanê ya bi rayedaran re wiha ne:   *Hat hînbûn ku şeva beriya bûyerê Gulîstanê çûye mala bavê Zaînal Abarakov, Engîn Yucel yê polîs û piştî ji malê veqetiyaye jî lêdan xwariye û bi zorê li wesayîtekê hatiye siwarkirin.   *Di qeydên sînyala ku parêzeran di 10’ê Çileyê 2020’î de kiriye, derket holê ku Gulîstan Doku di 5’ê Çileyê de saet di 16.26’an de li taxa Ataturk bi numareyeke li ser navê Engîn Yucel hevdîtinek telefonê ya 4 saniyeyî kiriye. Di encama lêkolîna parêzeran de hat tespîtkirin ku telefon ji aliyê Zaînal Abarakov ve hatiye bikaranîn. Li ser vê parêzeran agahî da malbatê û hevdîtinên telefonê yên hatine tespîtkirin teslîmê serdozgeriya komarê ya Dêrsîmê û walîtiyê hat kirin.   *Di 25’ê Çileyê ya 2020’î de peyama Gulîstan Doku ya weke ‘Ez ditirsim’ ya beriya winda bibe ji Zaînal re şandiye û her wiha peyama Zaînal ya roja Gulîstan winda bûye ji hevalekî xwe re ‘duh tiştekî pir xerab bû’ şandiye, derket holê.    *Piştî windabûna Gulîstanê di 9’ê Çileyê ya 2020’î de li Gola Bendav û Pira Dînarê xebatên lêgerînê hatin destpêkirin û AFAD, cenderme û ji Hêzên Behr, Lêgerîna Binê Avê ekîbekê bi Alava Tespîtkirina Binê Avê ya Kumandaya Ji dûr ve (ROV) lêgerîn kiribûn. Xebatên li Viyaduka Sarisaltuk û Gola Uzuncayirê hatin kirin bi talîmata Wezareta Karê Hundir di 6’ê Tîrmeha 2020’î de hat sekinandin.   *Di Hezîrana 2020’î de ji bo girtina Zaînal Abarakov, li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsîmê serlêdana sûc hat kirin. Encamên lêkolîna telefonê ku di meha Sibat û Adarê de hatine kirin di 17’ê Hezîranê de bi malbatê re hat parvekirin.   *Di encama lêkolîna hat kirin de hat tespîtkirin ku Gulîstanê bi Zaînal re di telefonê de hevdîtin kiriye. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş û piştre jî parlamenterên herêmî yên HDP’ê mijar birin rojeva meclîsê.  Piştre jî gelek siyasetmedaran mijar birin meclîsê.   *Malbata Gulîstanê ku du sal in ji keça xwe agahiyê nagirin, ji bo aqûbeta keça xwe fêr bibin di 1’ê Çile de li ber Edliyeya Dêrsîmê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.   *Gelek partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl bi armanca piştgiriya malbatê diçin serdana nobeta wan.   Malbata Gulîstanê her wiha bi armanca lêpirsîneke bi bandor bê meşandin ji 600 parlamenterên li meclîsê re ji bo dîtina Gulîstanê name şandin.