ROJEVA 05'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-05 09:00:00    * Jinên ku di 15'ê Sibata 1999'an de li dijî komploya navneteweyî dest bi greva birçîbûnê kirin gotin: "Em hem di şînê de bûn û hem jî di serhildanê de bûn. Gel li qadan bi çalakiyên xwe hersa xwe anîn ziman û xwedî li doza xwe derketin." BI DÎMEN    *Li ser her dezgehên bazarê yên nîqaşên qeyrana aboriyê lê tê kirin bertekek li dijî buhabûna zêde heye. Yek ji kesên bertekê nîşanî qeyrana aboriyê dide û dibêje dema em diçin bazarê bêyî ku em tiştekî bikirin pereyê di destên me de bi dawî dibe kedkara malê Remzîye Bilir e. Remziyeya ku em bi wê re çûn bazarê tîne ziman ew bi 300 lîrayê tirkî çûye bazarê lê bêyî ku pere pê re bimîne vegeriyaye malê. DÎMEN HEYE   * Naîme Encu, 27 sal in girtiye û bi dehan caran hatiye sirgunkirin, malbata wê ji rewşa wê ya tenduristiyê bi fikar in û gotin: "Ji bo bê tedawîkirin divê serbest bê berdan. Em li vir bang li raya giştî dikin ku bila ji bo girtiyên nexweş bi hestiyar bin."   *Ji Komîsyona Bawerî û Gelan a HDK’ê Çîgdem Kiliçgun da zanîn ku dewlet di esasê de pergala xespê ye û wiha got: “Hat lêpirsînkirin ku jinen li Kurditanê çawa bi leşker û polîsan re dikevin têkiliyê lê tişta esas pir cuda ye. Peywira me ya sereke ev e ku divê em bizanibin polîs û leşker li vê herêmê bi çi aramancê tên bicihkirin û vê niqaş bikin.” DÎMEN HEYE   *Endama Komîsyona ji bo Gulîstan Doku Edalet, Dîlan Ergul da zanîn ku gumanbarê sereke yê di windabûna Gulîstanê de berpirs e li derve digere û ji bo Nobeta Edeletê banga piştevaniyê li hemû kesî kir. DÎMEN HEYE   *Ji Rêveberiya Komîteya Aboriya Jinê ya Taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Xezalê Şêxmûs derbarê rewşa aboriya jinê de axivî û ev tişt anî ziman: "Li Efrînê jinan her tim li derdora xwe baxçeyek çêdikirin û tê de çandinî dikirin. Ji ber vê yekê pêwîstiya jinê bi derve tune bû. Li gor derfetên kêm me ji bo jinan hin pirojeyên biçûk ava kirine. Pirojeyên me hemû jinan hembêz dikin." DÎMEN HEYE   *Girtiyê bi navê Hamza Yildiz bi hinceta strana kurdî gotiye tahliyeya wî hat taloqkirin. Dayika Hamza, Turkan Yildiz da zanîn ku divê tecrîd û binpêkirina mafan ya li hember girtiyan bidawî be û xwest kurê wê bê tahliyekirin. BI DÎMEN