‘Ji bo teşhîrkirina bêedaletiyê em li vir in' 2022-02-04 15:26:42     AMED - Li Baroya Amedê, 81 roj in çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan didome. Malbatan gotin: "Ji bo teşhîrkirina bêedaletiyê em li vir in."    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dabû destpêkirin, 81 roj in didome. Îro endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Alimên Olî re (DIYADER) serdana nobetê kirin.   Hasîne Guler ji bo hevjînê xwe Siddik Guler tevlî "Nobeta Edaletê" bûye. Hasîne wiha axivî: "Em ji bo mirovatî û edaletê li vir in. Li girtîgehê 9 xizmên me û zarokên me şehîd bûn. Dilê me dişewite. 9 kes ne hejmareke kêm e. Ji bo me kesek wek bi hezar kesî ye. Hûn zarokên me berdin, em ê bixwe tedawî bikin."    Bavê Ciwan Boltan Hakki Boltan jî bal kişand ser çalakiyê û got: "Em îro ji bo teşhîrkirina bêedaletiyê li vir in. Li her derê bêedaletî heye. Divê her kes piştgiriyê bide çalakiya malbatan. Heke ji serê ewilî piştevaniyeke mezin hebûya, îro dê encameke baş derketa holê. Bi piştevaniyeke mezin dê ev zilm ji holê rabe. Li girtîgehan her roj cenazeyek derdikeve. Li malên me her roj şînek heye. Betalkirina înfazan tê wateya binpêkirina qanûnan. Em ji bo girtiyên xwe bang li partiyên siyasî û dezgehên mafên mirovan dikin."