Dayikên Plaza de Mayo piştgirî dan gelê kurd 2022-02-04 12:17:33     NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Plaza de Mayo bi şermezarkirina êrişên dewleta tirk ên li ser kurdan peyama piştevaniyê dan.    Endamên damezirandêr ên Dayikên Plaza de Mayo, Norîta Cortînas û Mîrtas Baravalle êrîşên dewleta tirk ên li Kurdistnaê şermezar kirin.   Dayikan gotin êrîşên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê nayên qebûlkirin, êrîş rûyê faşîst ê dewleta tirk nîşan didin.   Dayikên Plaza de Mayo dubare gotin bombekirina bi dehan jîgehên sivîl ên bi hevdemî nayê qebûlkirin û ew ê li cem têkoşîna rewa ya kurdan bin.   Dayikan diyar kirin ji bo ku deng û çalakiyên ku qirkirina dewleta tirk a li ser Kurdsitanê bi rengekî sîstematîk rê ve dibe zêdetir bibe ew ê hewl bidin û gotin, ''Em jinên wêrek ên li Kurdistanê hembêz dikin. Ji faşîzmê re êdî bes e!''