ROJEVA 4'YÊ SIBATA 2022'YAN 2022-02-04 09:00:00   *Rojnameger nivîskar Bîrcan Degîrmencî ku jiyana hevseroka giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn nivîsî ji bo pirtûka nivîsî got ‘çîroka me hemûyan e’ û got ev tiştên hatine jiyîn gelek girîng e ku derbasî nifşê pêşerojê bibe. DÎMEN HEYE   *Jinên li Şehbayê dijîn êrîşên dewleta tirk ên li ser Şehba, Şengal, Mexmûr û Dêrikê şermezar kirin û ev tişt anin ziman:"Em êrîşên hov ên li ser Şehba, Mexmûr, Dêrîk, Şengalê yên ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tên kirin şermezar diken. Di encama êrîşan de şehîd û birîndar hene. Di heman demê de hin jê sivîlan jiyana xwe ji dest dan. DÎMEN HEYE   *Dîroka 15’ê Sibata 1999’an, di hişmendiya kurdan de xwedî cihekî cuda digire. Axaftina her jinekê her tim bi gotina “Em wê roja reş ji bîr naklin” dest pê dike. 15’ê Sibatê ji aliyê sîyasî de bi “Komploya navneteweyî” hat binavkirin. Jinên ku îro di nav xebatên partiyê de cih digirin û wê demê zarok bûn, anîn ziman ku ji wê rojê gelek bandor bûne û wiha gotin: “Bi wê bîr û baweriyê em di nava xebatên partiyê de cih digirin. Têkoşîn û berxwedana me heta vê rojê berdewam dike.” DÎMEN HEYE   *Parêzer Jiyana Ozkaplan balkişand ser şîdet, kuştin û fuhuşê ya li jinan tê ferzkirin û da zanîn ku polîs vê li ser jin û zarokên keç bi hêsanî dikin û wiha got: “Di doza Îpek Er de gumanbar çawîşê pispor Musa Orhan nehatiye girtin û ev encama polîtîka qirêj ya dewletê ye. Di encama pêknehatina pergala darazê de  fuhuş, kuştin û êrşa zayendî li hemberî jinan zêde dibe.” DÎMEN HEYE   *“Ciwan; bi baweriya ku yên ‘bi ciwanî destpê bike wê ciwan biserkeve’ de ne û parêzvanên herî mezin yên vê baweriyê ne. Ciwanî, hêmayeke ku asta biyolojîk ya rih û hişmendiyê derbas dike ye. Yanî beyî girêdayê jiyanê bimîne xwedî hêza dînamîk a rol mîsyonê digire ser xwe ye. Ev rewş berovajî jî dikare pêş bikeve. Kesekî ciwan lê di rih de qels, nikare rol mîsyona ciwaniyê bîne cih. Ji ber vê jî venasîna me ya ciwaniyê ji dîroka berxwedêriyê ya ciwaniye xwedî dibe.” NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ