Nobeda Edaletê berdewam e: Heta em encamê bigirin em ê li vir bin 2022-02-03 16:59:33     AMED - Malbatên girtiyan ku li Baroya Amedê Nobeta Edaletê digirin wiha gotin: "Heta ku em encamê bigirin em ê li vir bin."   Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dabû destpêkirin, di roja 80'yî de berdewam dike. Endamên Konfederasyona Sendîkaya Xizmetên Cemaweriyê (KESK) ku ji Rihayê hatibûn serdana nobedê piştevaniya malbatan kirin.    Hiqûqa xwe pêk bînin   Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Salîh Karataş, di serdanê de axivî û wiha got: "Ji roja ku têkoşînê dest pê kiriye ve girtîgehan her rê û rêbaz nîşan dane. Ji ber wê divê em bibin dengê girtiyan. Em li cem malbatan e. Zextên li girtîgehan li derve jî didomin. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahiya girtîgehan berbelav bûye. Sînoreke ehleqî û hiqûqî ji vê re tune ye.    Ji malbatên girtiyên Hazal Kaya jî da zanîn ku ew ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin çalakiya xwe didomînin û ev tişt anîn ziman: "Em ji bo edalet û aştiyê li vir in. Ji roja ku em li vir rûniştî ne ve 9 cenaze ji girtîgehan derketin. Em êdî vê deyax nakiin. Bila zarokên me bên berdan. Em dixwazin wan bibînin û hembiz bikin."   Ji xizmên girtiyan Încî Guler jî, bi lêv kir ku li dijî mirina girtiyan a li girtîgehan e û wiha got: "Bila dengê me bibihîzin û xwe bikin şûna me. Heta ku em encam bigirin, em ê li vir bin û li pişt zarokên xwe ne. Bila hiqûqa pêk bînin.