Platforma Jinan a Wanê: Zeynep Şenguler bi zanebûn qetil kirin 2022-02-03 15:56:44     WAN - Platforma Jinan a Wanê der barê Zeynep Şengûler a ku ji aliyê kesê pê re hat zewicandin  Mehmet Veysî Şengûler ve hat qetilkirin de daxuyanî da û diyar kir ku Zeynep bi zanebûn hatiye qetilkirin.   Platforma Jinan a Wanê, der barê qetilkirina Zeynep Şengûler a di 30'ê Çile de ji aliyê kesê pê re hat zewicandin Mehmet Veysî Şengûler ve hat qetilkirin, daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên platformê tevli daxuyaniya li Salona Konferansê ya Baroya Wanê ya Tahîr Elçî bûn. Li ser navê platformê Zozan Ozgokçe daxuyanî da.   Zozanê diyar kir ku komkujî li cihê ku walîtî, wesayîtên leşkerî û polîsan û her wiha kamerayên ewlehiyê lê hene, li ber çavê her kesî pêk hat û got ku şîdeta li malê bi lez û bez li kuçe, kargehehan belav bûye. Zozan wiha berdewam kir, "Têgînên edalet, maf û hiqûqê bûne têgînên ji vê civakê dûr" û anî ziman ku zîhniyeta baviksalar û polîtîkayên tirsandinê yên li hemberî yên ku berovajî vê difikirin, dikevin dewrê."   'Herî kêm 780 zarok di girtîgehê de ne'   Zozanê balkişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, anî ziman ku girtiyên nexweş tevî rapora ATK'ê ya "nikanin li girtîgehê bimînin" nehatin berdan. Zozan anî ziman ku herî kêm 780 zarok bi dayikên xwe re di girtîgehê de ne û wiha got: “Cezayên ku ji ber sûcên li dijî dewletê tên dayîn û her tiştên ku dewlet pîroz dibîne weke pitik, extiyar û zarok tên cezakirin. Lêbelê, kesên wekî kuştin, destdirêjî û şîdeta ku li dijî kesan dikin bi kêmkirina cezayê tên berdan û efûkirin.   'Em ê pergala destdirêjiyê hilweşînin'   Zozanê diyar kir ku ew bi tinekirina destkeftiyên jinan û binpêkirina mafan dizanin û wiha got: “ Ev pergala dagirker ku we ava kiriye dê hilweşe. Bijî hevgirtina jinan."