Li dijî êrişan PENa Kurd bang li raya giştî ya navneteweyî kir 2022-02-03 15:47:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Dêrika Hemko PENa Kurd bang bang li raya giştî ya navneteweyî û aliyên peywendîdar kir ku gavên pratîk li dijî êrişan biavêjin.   PENa Kurd a ku têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Dêrika Hemko daxuyaniya nivîskî da wiha got:"Daxwaza me ji hemû partiyên siyasî yê li “Kurdistana Mezin” jî ew e ku li hemberî xurtirkirina serweriya dewleta dagirkera Tirkiyeyê bi ser qedera gelekî derdora 50 milyonî da bibin yek û xwedî helwesteke hevgirtî. Bila hemû çînên civaka Kurdistanê haydarî rewş tije metirsî ya îro li welatê xwe û herêmê bin ku dîsa hinek alî li gor berjewendiyên xwe yên sedan salên dahatî dîsa qedera me reş nekin."   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Ji raya giştî ya navnetewî û aliyên peywendîdar re,   Dewleta Tirk di senaryoya dawiyê da, xwest ku li Rojavayê Kurdistanê dîsa destkeftên Kurdan ji dest wan derxînin. Ji aliyekî ve rê û alîkariyê dide êrîşên DAÎŞê, ji aliyê din ve bi balafirên şer bimba bi ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê de dibarîne û di qirkirina Kurdan de berdewam e. Em bang li raya giştî ya navneteweyî û aliyên peywendîdar dikin ku li hember vê gavên pratîk bavêjin û vê hovitiyê rawestînin.   Wek ku tê zanîn 20ê meha derbasbûyî bi mebesta ku hevalên xwe berdin û herêmê dîsa bixin bin destê xwe, DAÎŞê êrîşek bir ser zindana li Hesekê ya ku endamên DAÎŞê tê de bûn û yê di zindanê de jî hin xebatkarên girtîgehê kuştin û hin hêsîr girtin. Bi vî awayî şerekî dijwar di navbera nêzî 5000 DAÎŞî û “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)” de dest pê kir û çend rojan dom kir; lê HSD'ê dîsa bi lehengiyek bêhempa kontrol xist destê xwe û nehişt ku êrîş bigihije armanca xwe. Di vê rûdana ku destê Dewleta Tirk li pişta wê heye; 77 xebatkarên girtîgehê, 40 kes ji şervanê Sûriyeya Demokratîk û 4 kesên sivîl bi destê terorîstên DAÎŞê hatin kuştin. Bi tevayî 121 kes feda bûn, bi sedan mal hatin wêrankirin û ziyaneke mezin a aborî jî çêbû. Dewleta Tirk dema ku li Rojava bi ser neket di 01.02.2022 de bi balefirên şer hêrişî Şingal, Dêrik û Mexmûr kir û tevî wêrankirin û şewitandina xwendingeh û saziyên sivîl gelek kesên sivîl jî hatine kuştin û birîndar kirin.   Hebûn û xurtbûna DAÎŞê xetereyek giştî ya mezin li ser asayêşa hemû cihana demokratik in, ev bi bûyerên li paytextên welatên Ewropa û deverên din ên cihanê bi zelalî hate dîtin. Loma hêzên hevpeyman bi HSD'ê re di hundirê hevkariyê de ne, lê wek ku tê dîtin alîkariya ku heye têr nake. Îro hêza ku herî zêde di himberî DAÎŞê de têdikoşe û bedelê giran dide HSD ye, qelshiştina wê, rê li ber gelek windahiyan vedike. Welatên Ewropa, Emerîka û cihana demokratîk jî haydarî van kiryarên hovane û rojane ya li ser erdnigariya Kurdistanê ne û xelitiyên Dewleta Tirkiyê ew bixwe tînin ziman. Dema dewleteke endamê NATOyê bi balefirên şer hêrişî qadên welatên din bikin, bi awayekî teknîkî ne mumkin e ku dewletên têkildar jê agehdar nebin. Li gor zagonên navneteweyî û mafên mirovan jî dewleteke ku xwedî balefirên şer û bombeyên kujer be, nikare û xwedî wê biryarê nîne ku li hemberî gel an jî hêzeke bêçek wan hêzan bi kar bîne. Mexmûr, Dêrik û Şingal bêçek, bêbalefir û îmkanên xweparstinê ne.   Em weke navenda PENa Kurd ji welatên endamê NATOyê, PENa Navnetweyî, saziyên mafên mirovan, Parlamentoya Ewropa, Rêxistina UN û …. hwd daxwaz dikin ku bi rêbazên demokratîk li dijî van kiryarên hovane yên Dewleta Tirk bisekinin, ne di gotinê de di kiryarê da helwesta xwe bidin xuyanîkirin. Em ji we daxwaz dikin ku di serî da qada Rojavayê Kurdistan, Şengal û Başûrê Kurdistanê li ber balefirên şer ên Dewleta Tirk were qedexekirin.   Daxwaza me ji hemû partiyên siyasî yê li “KURDISTANA MEZIN” jî ew e ku li hemberî xurtirkirina serweriya dewleta dagirkera Tirkiyeyê bi ser qedera gelekî derdora 50 milyonî da bibin yek û xwedî helwesteke hevgirtî. Bila hemû çînên civaka Kurdistanê haydarî rewş tije metirsî ya îro li welatê xwe û herêmê bin ku dîsa hinek alî li gor berjewendiyên xwe yên sedan salên dahatî dîsa qedera me reş nekin.   Navenda Pena Kurd   03.02.2022"