Li Hezexê mirina jinekê ya bi guman 2022-02-03 14:42:10     ŞIRNEX - Li Hezexê jina bi navê Kader Yagbasan bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Hezexê ya Şirnexê hat îdîakirin ku jina bi navê Kader Yagbasan (23) întîxar kiriye. Hat diyarkirin ku malbatê piştî ku bûyer ferq kiriye bang li ambûlansê kiriye û rakirin Nexweşxaney Dewletê ya Hezexê.     Li dijî hemû mûdaxeleyên bijîjkan, Kader jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku piştî otopsiya bê kirin dê cenazeyê wê bê definkirin.