AYM'ê serlêdana derbarê Abdullah Ocalan de red kir 2022-02-03 14:31:05     STENBOL - Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya derbarê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û her sê girtiyên de ku kiribûn, red kir.    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 24’ê kanûna 2021’ê de bi daxwaza “tedbîrê” ji bo miwekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. AYM’ê serlêdana parêzeran red kir. AYM’ê di 12’ê çile de biryara redê daye lê ev biryar di 31’ê kanûnê de ji parêzeran re hat ragihandin.    Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) AYM'ê di biryara redkirina serlêdanê de îdia dike ku tu agahî û tiştekî neyînî ku talûkeyek cidî bide der, tiştek neasayî nehatiye bidestxistin û lewma serlêdan hatiye redkirin.    Parêzeran di serlêdana xwe de diyar kiribû ku ew bi daxwaza tedbîrê vê serlêdanê dikin û di serlêdanê de behsa hevdîtina herî dawî ya di 25’ê Adara 2021’an de ya li Gel Ocalan hatiye kirin. Parêzeran di serlêdanê de xwestibû ku ji bo miwekîlên wan Ocalan û her sê girtiyên li cem wî biryara tedbîrê were girtin.    Her wiha tu bersivê nedan serlêdana parêzeran a têkildarî esasê.