Dîlan Kartal a di bin çavan de hat berdan 2022-02-03 12:58:57     AMED - Dilan Kartal a ku di rojên borî de hat binçavkirin û dema binçavkirina wê hat dirêjkirin bi tedbîra kontrola edlî serbest hat berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve dihat meşandin de di 28'ê Çileyê de bi serdegitina malan 18 kes hatibûn binçavkirin. Bi lêpirsîna hat diyarkirin ku têkildarî kongreya li HDP'ê ya li Amedê hatiye lidarxistin e ji 18 kesî 17 kes di 31'ê Çileyê de bi şerdê kontrola edlî hatin berdan û dema binçavkirinê ya Dîlan Kartal jî 4 rojan hat dirêjkirin.    Dîlanê îro piştî ku derket dozgeriyê şûnde ji aliyê dadgeha ku sewqî wir hat kirin bi tedbîra kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat serbest hat berdan.