ÎHD: Serdegirtina komeleyê dijhiqûqî ye 2022-02-03 12:02:45     AMED - Şaxa ÎHD'a Amedê bertek nîşanê biserdegitina komeleya xwe da û daxuyanîyek da çapemeniyê. Hevserokê ÎHD’ê Abdullah Zeytun destnîşan kir ku biserdegirtina li hemberê komeleyê li dijî hiqûqê ye.   Polîsan vê sibehê bi ser avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ku li navçeya Yenîşehîrê de girtin. Polîsan avahî dorpêç kir û nêzî 2 saet di hundirê komeleyê de lêgerîn kirin. Hat zanîn ku serdegirtin bi hêceta ku Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê derbarê Rêveberê ÎHD'a Amedê Ferhat Berkpinar de daye destpêkirine pêk hatiye.    ‘Di lêgerînê de belge û dosyayên komeleyê hatin desteserkirin’   Di daxuyaniyê de Hevserokê ÎHD’ê Abdullah Zeytun axivî. Abdullah diyar kir ku sergirtina ku li hemberê komeleyê hatiye kirin li dijî hiqûqê ye. Abdullah, got: “Di heman wexta bi sergirtina komeleyê, hevalê me parêzer Ferhat Berkpinar jî bi sergirtina mala xwe ve hate binçav kirin. ÎHD 35 sal in têkoşîna ji bo mafê mirovan didin. Em li pişta hemû maf û faelîyetên xwe yên ji bo mafê mirovan in û divê ji wan sûc neyê derxistin. Di lêgerînê de belge û dosyayên komeleyê hatin desteser kirin. Sergirtina ku pêk hat li dijî hiqûqê ye. Komeleyek ku bûye bingeha têkoşîna mafên mirovan bisergirtina wê sûc e. Ji bo parêzer Ferhat Berkpinar daxwaza hevdîtina me hate red kirin.”   ‘Li dijî hiqûqê ye’   Serokê Barouya Amedê Nahît Eren jî bisergirtina komeleyê û binçavkirina parezêr şermezar kir û wiha axivî: “Em vê rewşê bi tu awayî qebûl nakin. Ji bo vê rewşa ku li dijî hiqûqê ye em ê serlêdana sûcê bikin û ligel hevalên xwe yên hiqûqnas in.”