ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2022'YAN 2022-02-03 09:00:00   * Aktivîsta TJA'yê Şukran Çiftçî û Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu têkildarî êrişên hewayî yên li ser Wargeha Mexmûrê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye axivîn û gotin: "Ev êriş ne li dijî wan tenê li dijî vîna gelê kurd hemûyan pêk tê. Dewleta tirk dijminatiya xwe û hovitiya xwe nîşan dide. Gelê kurd tucarî serî netewand û wê netewîne." DÎMEN HEYE   *Jinan der barê komploya navneteweyî de nirxandin kirin û gotin: “Komployek li dijî azadiya jinê bû. Ji  7’an heta 70’ê her kes li dijî komployê li berxwe dide.” DÎMEN HEYE   *Cîgira Serokatiya Baroya Amedê, parêzer Zuhal Işik da zanîn ku li ser banga Buroya Hiqûqê ya Asrin serî li Wezareta Dadê dane lê der barê serlêdanê de hîna bersivek nehatiye dayîn. DÎMEN HEYE   *Jinên Botoanê anî ziman ku di şexsê Aysel Tûglûk de li hember hemû girtiyên nexweş zilm tê kirin û wiha got: “ATK biryarek siyasî dide. Divê Aysel Tûglûk demildest bê berdan. Ew ne bi tenê siyasermedar e, her wiha vîna civakekê ye. Heta ku Aysel û girtiyên din ên nexweş bên berdan wê têkoşîna me bidome.”  DÎMEN HEYE   *Feleknas Uca ya HDP'yî diyar kir ku di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûryeyê de Serokwezîrê Iraqê Mustafa El Kazimî, ji bo ku Peymana 9'ê Cotmehê bike meriyetê êzîn xwe yên leşkerî bi ser gelde şandine. Feleknasê diyar kir ku Ewropa jî bi bêdengiya xwe "qirkirin erê kiriye." DÎMEN HEYE