'Nobeda Edaletê' ya Wanê di roja 54'emîn de ye 2022-02-02 15:30:40     WAN - "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin di roja 54'emîn de berdewam dike. Îro endamên Goç Der'ê serdana malabatan kirin. Rêvebera Goç Der'ê Ayten Kiran, diyar kir ku bi têkoşîna kurdan wê ev bêhiqûqî bi dawî bibe.    Malbatên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin ji bo ku xizmên wan bên berdan li Baroya Wanê "Nobeda Edaletê" dane destpêkirin. Nobeda malbatan diroja 54'emîn de berdewam dike. Di nobeda îro de hevjîna girtiyê Nexweş Îbrahîm Alkan Dilşah Alkan û bavê Botan Tîmur Kazim Tîmur cih girtin. Endamên Komeleya Lêkolînê ya Koçberiyê ya Serhedê (Goç Der) serdana çalakiyê kirin.    'Kurd têkoşînek topyekûn didin'   Rêvebera Goç Derê Ayten Kiran, di serdanê de axvî. Aytenê got k pirsgirêkên li girtîgehên Tirkiyeyê hemû kurdan eleqedar dikin û divê herkes piştgiriyê bide malbatan. Ayten wiha berdewam kir, "Ev rewş nêzîkatiya îqtîdarê li hemberî kurdan nîşan dide .Deh sal e em têkoşîna hiqûqê didin. Îqtîdar wê mecbûr bimîne ku dest ji van polîtîkayên xwe berde. Têkoşîna kurdan a mafdar wê dawî li bêhiqûqiyan bîne. Kurd bi awayê topyekûn têkoşîna vê didin. Em ê di  vê têkoşîna xwe  de bi ser kevin. Em bi hêvî ne wê rojekê gitiyên siyasî azad bibin."   Malbatan, spasiya kesên hatin serdanê kirin.