Nobeta Edaletê: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin 2022-02-02 14:39:57     AMED - Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku infaza wan hatine şewitandin û nayên berdan di roja xwe ya 79’emîn de berdewam dike. Xizmên girtiyan destnîşan kirin ku bila ji girtîgehan êdî cinaze dernekeve û çareseriyek bê kirin.    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku infaza wan hatine şewitandin û nayên berdan ku li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja xwe ya 79’emîn de berdewam dike. Herî dawî jî girtiyê nexweş Turgay Deniz ê ku ji ber nexweşiya tuberkulozê 12 salan bû bi tup dijiya ji ber rewşa wî ne baş ket ew rakirin nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest da.   Yek ji xizma girtiyan Xezal Yildirim bertek nîşanî mirina li girtîgehan pêk tê da û destnîşan kir ku ew êdî naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Her wiha Xezal anî ziman ku divê ji bo rewşa girtiyên nexweş çareseriyek bê dîtin û girtiyên nexweş ên giran demildest serbest werin berdan.    Hakki Bolatan jî ku yek ji xizmên girtiyên nexweş e, bi bibîr xist ku Turgay Denîz yek ji girtiyek ku divê demildest bihata tehlîyekirin bû. Hakki destnîşan kir ku desthîlatdar ji mirina girtiyan hêzê digirin.