DFG'ê bertek nîşanî astengkirina 'Rojnameya Xwebûn' ya kurdî da 2022-02-02 13:35:46     AMED - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê bertek nîşanî astengiya li pêşiya rojnameya Xwebûnê da û diyar kir ku di meha Çile de 13 malper hatine girtin û 50 nûçe hatine astengkirin.   Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyoluyê "Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Meha Çileya 2022''yan de" daxuyanî da. Endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û gelek rojnameger, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan jî tevli daxuyaniyê bûn. Rapor bi kurdî û tirkî ji ayê Hevserokên DFG'ê Dîcle Muftuoglu û Serdar Altan ve hat xwendin.   Rapor wiha ye:    "Di her şert û mercî de pêdivî pê heye ku rojnamevan û saziyên çapemeniyê bêne parastin. Helbet ev yek çiqas erka xebatkar û şopînerên van saziya bin jî, divê desthilatdar bi kêmanî mercên xebatê ji bo rojnamevanan tekus bike. Ger ev jî nebe, pêwîst e destê xwe bi temamî ji qada ragihandinê bikişîne.    Lê mixabin li Tirkiyeyê desthilatdar berovajî vê yekê tev digere û dixwaze çapemeniyek yek reng û yek deng ava bike. Ji bo vê jî di serî de saziyên girêdayî xwe ava dike. Yên ku nakevin bin emrê wê jî dixwaze bi zext û pêkutiyan bêdeng bike.    Niha careke din em bi rewşek wisa re rû bi rû ne. Roja îro ku em bi daxuyaniya rapora meha çileyê li pêşberî raya giştî ne, em dixwazin van zext û zora li ser çapemeniyê raxin ber çavan.    Roja 28’ê çileyê Saziya Zanistiya Teknolojiyê û Ragihandinê biryareke acêb da. Malperên dijital ên 8 saziyên ragihandinê bi hinceta “ewlehiya neteweyî û parastina sazûmaniyê” hatin astengkirin. Ev sazî; Ajansa NuJinha, rojnameya Xwebûn, Yeni Yaşam, Alinterî, Yenî Demokrasî, Komun Dergî, Kizil Bayrak û Umut bûn. Her wiha li gorî rapora me di meha çileyê de ev hejmar 13 malperên înternetê ne. Tenê ajansa ETHA’yê di nava vê mehê de 3 caran hatiye astengkirin. Weke ku xuya dike tevahiya van saziyan; an saziyên çapemeniya kurd in, an jî yên çepgir in. Yanî bi tevahî ragihandina muxalîf û azad in. Ango ne saziyên di nava hewzê de ne!   Bi taybet astengkirina tekane rojnameya Kurdî Xwebûn û dîsa tekane ajansa jinan a cîhanî NuJinha, hem ji hêla tevahiya qada ragihandinê ve, hem jî hêla gel ve bi xembarî hate pêşwazîkirin. Di van rojên ku zimanê kurdî bêtir di rojeva kurdan de ye, rojnameya wan a weke roniya çavê wan e tê astengkirin. Helbet ev yek aciziyeke mezin bi xwe re tîne. Lê belê nêzîkatiya dewletê di derbarê zimanê kurdî de ji nêz ve tê zanîn. Ev yek bi qedexekirina muzîka kurdî li Stenbolê jî careke din xwe da der. Lewma qedexeya li ser rojnameya kurdî ji me re ecêb nayê. Lê ev nayê wê wateyê ku em van biryarên derhiquqî qebûl dikin. Berovajî; ji bo ku biryarên bi vî rengî pêk neyên em ê bêhtir têbikoşin.    Dîsa 29’ê çileyê bi giştînameyeke serokkomariyê hat ragihandin ku medyaya bi dilê desthilatdariyê weşanê neke wê bêne berterafkirin. Ev giştîname weke nîşaneya sansurek berbiçav hate dîtin û şîrovekirin.    Wek me di serî de jî anî ziman dewleta tirk di derbarê azadiya çapemeniyê de li cîhanê navdar e. Ev yek di raporeke Googleyê de careke din pişrast bû. Nûnertiya Google ya Tirkiyeyê li ser daxwaza Komîsyona Qada Dijîtal a Meclîsa Tirkiyeyê raporeke 6 mehên sala 2021’ê aşkere kir. Di raporê de tê gotin ku Tirkiye di warê rakirina naverokên ji motorên lêgerînê de li cîhanê di rêza çaremin de ye. Ger ku fêm bikin ev şerma herî giran e ji bo rayedarên desthilatdariyê. Lê belê em zanin ku ev asta ku em lê ne, li ser daxwaza desthilatdariyê ye û dixwazin ku çapemeniyek tevahî ji nirxên xwe hatiye valakirin bê sazkirin.    Dîsa weke mînak Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryar da ku Tirkiye mafê Denîz Yucel ê ku 367 roj li zindanê girtî maye binpê kiriye û 13 hezar û 300 euro ceza da dewletê. Ev biryar pesendkirina binpêkirina mafên rojnamevanan e. Ji ber ku li girtîgehên Tirkiyeyê hê jî 65 rojnamevan girtîne û mafê wan bi awayekî berbiçav tê binpêkirin. Herî dawî rojnamevan Sedef Kabaş a ku di bernameyekê de xwest nêrînên xwe bîne ziman li van girtiyan zêde bû.   Ev rewşa em behsê dikin di rapora me ya meha çileyê de jî baş tê xuyakirin. Dîsa binçavkirin û girtin, dîsa lêpirsîn û doz û ceza, dîsa astengkirin û derbkirina nûçegihana, dîsa astengiya saziyên medya û malperên înternetê… Weke ku hûn ê di berfirehiya raporê de jî bibînin ev tiştên em behs dikin rastiya vê erdnîgariyê ye. Lê belê em weke rojnamevanên riya heqîqetê vê zilmê û van binpêkirina mafên rojnamegeran qebûl nakin. Em rojnamevan in, saziyên me saziyên ragihandina civakê ne û ji bo welatekî demokratîk û azad têdikoşin. Mafê tu kesî tune ye ku gel ji agahiyan bêpar bihêle û rojnamevan ji qada nûçeyan dûr bixe. Ji bo wê bila zilimkar û zordest destê xwe ji ser rojnamevan û saziyên wan bikişînin. Lewma dubare em dibêjin; em li vir in û ji vir gavek paşde navêjin. "