Dayika Aştiyê ya felcê lê xistiye hat binçavkirin 2022-02-02 11:48:20   AMED - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Şukran Akboga ya 64 salî ku felcê lê xistibû ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Şukran Akboga (64) di saetên serê sibehê de bêyî ku hêncet were diyarkirin polîsan bi ser mala wê ya li Rezana Amedê de  girtin û ew binçav kirin. Li gorî agahiyên me ji malbatê girtine felcê li Şukran Akboga xistiye û mehek bû ku di nexweşxaneyê de dihat razandin. Beriya çend rojan ji nexweşxanê derketiye û îro jî rûxmê rapor jî nîşanî polîsan daye hatiye binçavkirin.     Ji bo îfadeya Şukran Akboga bigirin birine Muduriyeta Ewlehiyê ya bajarê Amedê.