Meclîsa Gel a Mexmûrê: Divê kurd li dijî êrişan xwedî seknek rast bin 2022-02-02 11:10:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Gel a Mexmûrê li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Şengal, Kampa Mexmûrê û bajarê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku kurd zilm û dagirkeriyê qebûl nakin.    Tirkiyeyê, şeva din Şengal, Kampa Mexmûrê û bajarê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî hemwext bombebaran kir. Xelkê Mexmûrê li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bû û êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin.    Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Yûsûf Kara di çalakiyê de axivî û êrişên Tirkiyeyê şermezar kir. Yûsûf da zanîn ku Tirkiyeyê deverên li derdora Mexmûrê bombebaran kirine û wiha domand: “Birîndarên me hene lê belê hejmara wan baş nayê zanîn. Balafirên keşfê hêj niha jî li ser wargehê digerin. Banga me ji bo gelê kurd û kurdên bi rûmet ew e ku li dijî van êrişan xwedî seknek rast bin. Beşdarî çalakiyan bibin. Em vê zilm û dagirkeriyê qebûl nakin. Em ê rabin ser piyan.”    Yûsûf destnîşan kir ku beriya êrişê ceyrana wargehê hatiye qutkirin û piştî êrişê jî ceyran dîsa hatiye.