Li Hezexê du jê jin 3 kes hatin binçavkirin 2022-02-02 10:26:48   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê di serdegirtina malan de 2 jê jin 3 kes hat binçavkirin.    Li navçeya Hezexa Şirnexê, polîsan bi ser gelek malan de girtin, derî û pace şikandin û lêgerîn kirin.    Di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Hamdiye Kaşbaş, Meryem Malgaz û Hamza Kaşak hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Şirnexê ve hatiye destpêkirin de hatine binçakirin. Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin dê bibin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.    Her wiha hejmara binçavkirinan dibe ku zêde bibe.